Cezayê girtîgehê li Leyla Guven hate birrîn

Ji ber ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş  li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par ve kiriye, cezayê girtîgehê yê ji bo 3 mehan li Guvenê hate birrîn.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di 25’ê Mijdara 2016’an de bi rêya SEGBÎS’ê tevlî dozekê bûbû ya ku li wî hatibû vekirin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî ji ber ku wêneyê Demîrtaş ê di SEGBÎS’ê de kişandiye doz lê hatibû vekirin û 3 mehan cezayê girtîgehê lê hate birrîn.

Guven di 16’ê Mijdarê de li Amedê hatibû binçavkirin û piştî stendina îfadeya wê serbest hatibû berdan. Dadgehê bi lez darizandin pêk anî û di 22’ê Mijdarê de biryara xwe eşkere kir û 3 mehan cezayê girtîgehê li Guvenê birrî û ceza nehate taloqkirin.

Heke dadgeha herêmî vê hukmê ku hatiye dayîn erê bike, Guven a ku cezayê wê nayê taloqkirin ew ê têkeve girtîgehê.