Ceza li rojnamevan Rojîn Altay hate birîn

Li Rojîn Altay a ku xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê ye, salek û 3 meh ceza hate birîn.

Rojîn Altay a ku xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê ye di 28’ê Çileya 2022’an de li Balefirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû berdan. Bi îddîaya ‘endama rêxistinê ye’ doz li wê hatibû vekirin. Rûniştina pêşîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 22’emîn hate kirin.

Parvekirinên wê yên li ser medyaya dîjîtal ji bo cezakirina wê wekî hincet hate nîşandan. Heyeta dadgehê salek û 3 meh ceza li Altay birî û eşkerekirina hukmê da sekinandin.