Ceza li qatilê Kemal Kûrkût nehate birîn

Dadgehê, biryara daxwaza girtina di derbarê polîs Y.Ş ê ku qatilê Kemal Kûrkût e, red kir.

Xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê ji Meletiyê hat Amedê û xwest tev li Newrozê bibe, di ketina qadê de polîsan ew qetil kir. Polîs Y.Ş. ê ji ber kuştina Kûrkût tê darizandin, der barê wî de bi sûcdariya "Bi zanebûn mirov kuştiye" cezayê heta hetayê ji bo wî tê xwestin. Doza Y.Ş. li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Doza ku bersûc Y.Ş. bê girtin tê darizandin, bi beşdariya malbata Kurkkut û gelek siyasetmedaran hat dîtin.

Piştî îdianameya danişînê hat xwendin, polîs Y.Ş. parastin kir.

Y.Ş. diyar kir ku piştî bûyera înfazê 3 mehan ji kar hatiye dûrxistin, piştre dîsa dest bi kar kiriye. Y.Ş. eşkere kir ku wî 2 gule berdane aliyê Kûrkût, xwestiye guleyan berde lingên wî. Polîs destnîşan kir ku piştî wî gule berdaye Kûrkût vegeryaye qadê û li ser peywira xwe sekiniye.

Lê wêneyên dema înfazê yên hatine kişandin û dîmenên di kameraya polîsan de, Y.Ş. di cihekî nêz de çeka xwe rastî singa Kûrkût dike û ji piştê ve guleyan lê dibarîne û ev di dosyayê de cih digirin.

Di dema danişînêde dayika Kemal Kûrkût, Secan Kûrkût li ser hişê xwe çû. Dayik Kûrkût ji salona danişînê hat derxistin.

DOZGER GIRTEK XWESTINS

Piştî îfadeya Y.Ş. hat girtin, rojnameger Abrurrahman Gok wekî şahid hat guhdarkirin.

Dozgerê danişînê, bal kişand ser polîsê hêj li ser peywirê ye û xwest li gorî xala 100'emîn a CMK'ê, Y.Ş. bê girtin.

7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara dozger nirxand û daxwaza girtina Y.Ş. red kir û doz taloqî 26'e Nîsana 2018'an kir.