Ceza li du rojnamevanan hate birîn

10 meh cezayê girtîgehê li Berpirsyarê Weşana Giştî ya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Yilmaz Yildiz û Midurê Karên Nivîsê Îshak Yasûl hate birîn.

Rûniştina duyemîn a doza li Yildiz û Yasûl hate vekirin, li 36. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat.

Rojnamevan tevlî rûniştina dozê nebûn. Parêzerê wan Ozcan Kiliç li rûniştinê amade bû.

Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi îdîaya "gotinên şîdetê yên rêxistinan weşandine" salek li her yekî ji wan birî. Piştre ev ceza daxist 10 mehan û eşkerekirina hikum taloqî 5 salan kir.