Ceza dan hewldanên Balûken ên li Cizîrê
Ceza dan hewldanên Serok Wekîlê Koma HDP’ê Îdîrs Balûken ên li Cizîrê ku dewleta Tirk lê hovîtî kir.
Ceza dan hewldanên Serok Wekîlê Koma HDP’ê Îdîrs Balûken ên li Cizîrê ku dewleta Tirk lê hovîtî kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken ê li Girtîgeha Kandirayê girtî ye ji ber axaftina xwe ya li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di 7'ê Sibatê de kiriye îfade da. Di doza ku li 2'yemîn Dadgeha Cezeya Sulhê ya Mêrdînê hat dîtin de Balûken bi îdiayên "Heqeret" li Wezîrê Tendirûstiyê Memhet Muezzînoglû kiriye û "Neteweya Tirk, komar û Meclîs biçûk xistiye" heta 4 sal ceza bê cezakirin hat darizandin. Dîsa gotinên Balûken ên "Niha li Cizîrê Madimak û Kerbelaya sedsala 20'emîn tê jiyîn" jî wekî sûc hat dîtin.
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, parêzerên Balûken Reyhan Yalçindag, Mesut Beştaş jî beşdar bûn, Balûken bi SEGBÎS'ê ji girtîgehê beşdarî dozê bû. Balûken anî ziman ku Serokwekîlê Koma Partiya ku 6 milyon deng girtiye di bin tecrîdê de tê girtin û wiha axivî: "Em bi awayekê bêhiqîqî hatin girtin. Li 6 bajarên cuda bi dosyayên cuda û dozgeran wekî li cihekî ferman hatiye dayîn di heman saetê de hatin binçavkirin û girtin."
Balûken got ku kesên ku di jer zemînan de jiyana xwe ji dest dane dest û piyên xwe dihejînin û digerin lê kesên ku ji bo wan xilas bikin di girtîgehê de û di axaftina min de ti sûc jî tuneye, axaftina ku wî kiriye axaftinekî mirovî bûye, ger wê rojî ew mirov bihatana xilaskirin niha gelên bi hevre di nava aştiyê di dijîn hebûn.
Parêzer Yalçindag jî bi bîr xist ku malbatên kesên ku li jêrzemînên Cizîrê jiyana xwe ji dest da axa zarokên xwe di poşetan de girtin û kesên ku ev sûc kirine nehatin cezakirin lê Balûken tê darizandin.
Piştî parastinan heyeta dadgehê 6 meh cezaya girtîgehê da Balûken
6 meh cezaya li Balûken hat birîn piştre vegerandin 3 hezar û 600 TL cezaya pere.