Ceyş El-Swar bersivên tund da çeteyan
Hêzên Ceyş El-Swar, bersivên tund da êrîşên çeteyan ên duh li ser Şehbayê pêk anîn. Di şerê qewimî de 4 çete hatin kuştin, 11 çete hatin birîndarkirin.
Hêzên Ceyş El-Swar, bersivên tund da êrîşên çeteyan ên duh li ser Şehbayê pêk anîn. Di şerê qewimî de 4 çete hatin kuştin, 11 çete hatin birîndarkirin.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundên herêmên Şehba û Kantona Efrînê kirin. Çeteyan hewil dan ku herêmê dagir bikin.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh êrîşên berfireh birin ser herêmên Şehbayê. Êrîşa yekemîn saet di 14:00 `an de li ser gundê Wehşiye, Til Medîq, Bendava Tişrînê, Qol Sirûc û Simoqiyê pêk hatin, di encamê de bi dehan top li herêmê ketin û ziyanên madî bi mal û milkên şêniyan de çûbû.
Êrîşa duyemîn saet di 22:00`an de pêk hat û gundê Wehşiyê, Bendava Tişrînê, Şeale, Til Cîcan, Hisiyê, Til Medîq,Herbel, Til Rifeet, Şêx Îsa, El-Werdiyê, Hesacik, Eyn Deqne û Minigê kirin hedef.
Hat diyar kir ku êrîş heta vê sibehê dom kir û gundê Til Medîq û Qol Sirûc bi tundî hatine hedefkirin.
Hêzên Ceyş El-Siwar bi tundî bersiva êrîşa çeteyan dane û derbên mezin li çeteyan da. Çavkaniyeke leşkerî ji Ceys El-Siwar diyar kir 4 çete li aliyê Şehba hatin kuştin û 11 li aliyê Hisiyê û Simoqê birîndar bûne.
Bal kêş bû ku dema Artêşa Tirk a dagirker bi balafiran êrîşî çiyayê Qereçox a herêma Dêrikê ya Kantona Cizîrê û herêmên Şengalê kirin, li herêma Şehbayê û Efrînê jî êrîşên hemwext pêk hatin.