Çeteyên êrîşê Kobanê û Girkê kir wendahiyên mezin dan

Çeteyên êrîşê Kobanê û Girkê kir wendahiyên mezin dan

Ligel îlankirina agirbestê ya YPG’ê komên çeteyan êrîşên xwe didomînin, li hemberî kurdan wendahiyên mezin didin. Li sê gunê girêdayê Kobanê, di pevçûnên li ser êrîşên çeteyan pêk hatin de 18 endamên çeteyan hatin kuştin û li Girkê Legê û Serêkaniyê pevçûn derket.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Eniya El Nusra û Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê ya girêdayê El Qaîdeyê, li gundê Qurîne ya 30 kmli rojavayê bajarê Kobanê ye, ketiye hewldana êrîşê.  YPG ku di pozîsyona agirbestê de ye, bersiv da çeteyan û 3 endamên çeteyan mirin. Li heman herêmê li îstayona benzînê ya gundê Qinê 11 endamên komên çeteyan mirin. Li gundê Dugurman ya kîlometreyekê li başurê bajarê Şîrov û 30 km re jî li rojavayê Kobanê ye di encama êrîşa komên çeteyan de pevçûn derket û 4 endamên El Qaîdeyê hatin kuştin. Pevçûn li van herêman hê jî didome.

Komên girêdayê El Qaîdeyê li herêma Girkê Legê li hemberî nokteyên YPG’ê êrîş pêk anîn. Êrîşên bi çekên giran yên doçka û panzer û tanqan hate kirin heta vê saetê berdewam kir. Her wiha hat diyar kirin ku gelek endamên çeteyan hatine kuştin.

Komên çeteyan li Tel Halaf li gundê Keşto jî xwest êrîş bike.  Êrîşa saet li dora 00.30’an pêk hat bi berxwedana YPG’ê re rû bi rû ma. Çeteyan top jî avêtin.