Çeteyên El-Nusra êrîşî gundê Ereban kirin
Çeteyên El-Nusra êrîşî gundê Ereban kirin
Çeteyên El-Nusra êrîşî gundê Ereban kirin
Hate ragihandin ku komên çete yên Eniya El-Nusra êrîşî gundê Qelet El-Hadî ku şêniyên wê ji eşîra Şemeran a Ereban e kirin. Li ser bersivdayîna gundiyan di navbera wan û çeteyan de şer derket. Di encma şer de 3 gundiyan jiyana xwe ji dest da, 5 çete jî hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, çeteyên El-Nusra saet derdora 18.00’an de êrîşî gundê Qelet El-Hadî yê girêdayî Til Koçer ku şêniyên wê ji eşîra Şemeran a Ereban e kirin. Hate gotin ku gundiyan jî bersiva çeteyan daye û şer derketiye.
Hate gotin ku di şerê hîn didome de 3 gundiyan jiyana xwe ji dest da û 5 çete jî hatine kuştin.