Çeteyên bi dewleta Tirk piştrast in, li Nîzîp û Dîlokê bi rehetî digerin

Çeteyên DAIŞ'ê yên li Cerablûsê cih li wan teng bûye, li Karkamiş-Nîzîp û bajarê Dîlokê bi dilrehetî ji xwe re digerin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li Cerablûsê cih li wan teng bûye, li Karkamiş-Nîzîp û bajarê Dîlokê bi dilrehetî ji xwe re digerin. Ji gotinên Huseyîn Cîvelek ê di mînîbusên navbera Nîzîp-Dîlokê de muewên (alîkar) e, tê fêmkirin bê çeteyên DAIŞ'ê çawa ji leşker û polîsên Tirk piştrast in û rehetî ji xwe re digerin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê bi rehetî tevdigerin, ji bo çûn û hatina Sûriye-Tirkiyeyê xeta Dîlok û navçeyên wê tercîh dikin. Navçeya Karkamiş a li pêşberî Cerablûsê ye, yek ji adresên ji aliyê çeteyan ve tê bikaranîn û lê bi cih bûne. Endamên çete yên ku bi pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re li Cerablûsê tengav bûne, bêyî ku li kontroleke ewlekariyê ya leşker û polîsên Tirk bialiqin ji vir derbasî Karkamişê dibin, dûre jî di ser Nîzîpê re li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê belav dibin. Li Nîzîpê gelek malên van çeteyan hene. Liv û tevgera zêde ya li otogara Nîzîpê jî yek ji xusûsên balê dikişîne ye.

ENDAMÊN ÇETE JI NÎZÎPÊ LI BAJARAN BELAV DIBIN

Endamên çete di ser Nîzîpê re derbasî Dîlokê dibin, ku ev der jî di nava raya giştî de weke baregeha çeteyên DAIŞ'ê ya li Tirkiyeyê tê naskirin. Endamên çete li vê derê ji aliyekî ve xebatên rêxistinbûyînê dimeşînin, li aliyê din jî planên xwe yên kirêt ji vir organîze dikin. Muewên Huseyîn Cîvelek (24) ê li yek ji mînîbusên navbera Dîlok-Nîzîpê dixebite anî ziman ku bi taybetî di demên dawî de gelek kesên ew texmîn dike endamên çeteyên DAIŞ'ê ne bi mînîbusên Karkamiş-Nîzîpê diçin û tên. Cîvelek got, "Mînîbusên Karkamiş-Nîzîpê nikarin bikevin nava otogara navçeyê. Ancax dikarin li derdora otogara navçeyê bigerin. Gelek caran ji van mînîbusan kesên derketin holê DAIŞ'î ne peya bûn. Çend kes bi hev re peya dibin. Lê belê dema tên otogara navçeyê, li mînîbusên cuda siwar dibin. Herî zêde li mînîbusên Dîlokê siwar dibin û diçin Dîlokê. Min bihîst ku li semta Gazîkentê cih û malên van ên kombûnê hene. Ev semt cihekî ku hejmara şêniyên Kurd jî lê gelek in. Li otogara navçeyê gelek caran em vê yekê dibînin." Cîvelek da xuyakirin, ku ev endamên çete gelekî bi rehetî tevdigerin.

'PIŞTÎ REQQAYÊ NAVENDA DUYEMÎN A DAIŞ'Ê DÎLOK E'

Cîvelek da zanîn ku navçeya Nîzîpê yek ji cihên herî zêde çete lê digerin e û got, "Berî niha bi demekê polîsan avêtin ser maleke li Bûlwara Fatîh Sûltan Mehmet. Gotin li vir endamekî DAIŞ'ê heye. Kesek kirin binçavan. Hat gotin kesê hatiye binçavkirin endamê DAIŞ'ê ye. Lê piştî rojek du rojan hat berdan. Ji xwe her tiştî ji bo nîşan bidin 'vaye em nahêlin DAIŞ tiştekî bike' dikin. Lê belê gel baş dizane ku rewşa li Nîzîp û Dîlokê ji vê gelekî cudatir e. Piştî Reqqayê navenda duyemîn a DAIŞ'ê Dîlok e. Ew kê dixapînin. Gelê me her roj bi çavên xwe dibîne. Di nava me de digerin. Ji vir çûn û li gelek deveran bombe teqandin. Wê li vir jî biteqînin, lê kengî. Înşaleh mirovên bêguneh zerarê nebînin."

'BI QASÎ KU MIROV BI TILIYAN IŞARET BÊ BIKIN, ENDAMÊN DAIŞ'Ê EWQASÎ BI REHETÎ DIGERIN'

Cîvelek dema em li benda dora mînîbûsa ew lê dixebite disekinîn, bi me re axivî û mînîbusek navbera Nîzîp-Dîlokê nîşan da û got, "Binêrin ev kesê hûn dibînin endamê DAIŞ'ê ye. Beriya 20 deqeyan bi mînîbusa ji Karkamişê hat. Hinekî li vir geriya. Niha li wesayîtê siwar dibe. Wê ji vir biçe Dîlokê. Li şekil û şemalên wî binêrin. Ji xwe yekser xwe nîşan dide. Ji Cerablûsê hatiye. Bi rî ye, kesên mîna vî gelek tên. Dema diçin jî bi giranî bi komî diçin. Taksiyên li Dîlokê kirê kirine bi kar tînin. Di berdêla pereyan de tevlî DAIŞ'ê dibin û li Sûriyeyê şer dikin. Piştî ku çend mehan dimînin vedigerin. Dema vedigerin dîsa diçin û tevlî dibin. Kesek tiştekî bi van nakin. Hemûyan li hev kirine. Haya MÎT'ê jî, haya leşker û polîsan jî jê heye. Naxwe dikarîbûn ewçend bi hêsanî bigeriyan?"

Cîvelek rewşa li otogarê nîşan da û got, "Binêre, tu li derdorê polîs an jî endamekî ewlekariyê dibîne? Na. Carna wesayîta ekîp tê û diçe. Ji xwe dema hebin jî tiştek naguhere. Tiştekî nakin. Kî wê çi bike? Ji xwe mêrik dibêje; 'Heta ku xwe neteqîne, em nikarin tiştekî bikin'. Serkêşî van bi vî rengî biaxive, ew ê çi bikin?"

...