Çeteyan li Izaz'ê 5 welatî kuştin
Çeteyan li Izaz'ê 5 welatî kuştin
Çeteyan li Izaz'ê 5 welatî kuştin
Komên çekdar ên Deweleta Îslam ya Iraq û Şam (DAIŞ) li bajarê Izaz a li rojavayî Helebê 5 kes înfaz kirin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) bi 5 wesayîtên doçka ketin bajarê Izaz a li rojavayî Helebê û werîsên ji bo bidarvekirina mirovan li ser wesayîtan dal,qanîbûn.
Çavkaniyan destnnîşan kirin ku welatiyên ku li wan kombûn ji wan pirsînê hûnê vê carê kê bidar vekin, bersiv dane dê 5 kes bêne bidarvekirin.
Hate hîn bûn ku ji wan 5 kesan navê welatiyê binavê Edîb Hec Qaso yê ji Izazê û li Efrînê rûdinişte. Hate zanîn Qaso’ê ji bo ku zarokên xwe xwedî bike li ser xeta Efrîn û Izazê şofêrtitya otobîsê dikir.
Çavkaniyên heremê destnîşan kirin ku komên çekdar ên DAIŞ’ê ji ber ku 5 welatiyan malên xwe radestî wan ne kirine û tevlî şerê wan nebûne, ew înfaz kirin.