Çeteyan dîsa êrîşî Til Eranê kirin: Gelek welatî revandin
Çeteyan dîsa êrîşî Til Eranê kirin: Gelek welatî revandin
Çeteyan dîsa êrîşî Til Eranê kirin: Gelek welatî revandin
Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/ Eniya El- Nusra ku di 31’ê Tîrmehê û 1’ê Tebaxê de li bajarokên Til Eran û Til Hasilê komkujî pêk anîbûn, dîsa êrîşî Til Eranê kirin û gelek welatiyên Kurd revandin. Hate ragihandin ku êrîşkaran mal jî talan kirine û hatinûçûn qedexe kirine.
Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku, komên çete di du rojên dawî de bi hinceta ku li çekan digerin bi ser malên welatiyên Kurd de girtine û gelek welatiyên ku, temenê wan di navbera 20 û 40 salî de ne revandine.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku, li malan tu çek nehatine dîtin jî, welatiyên ku temenê wan di navbera 20 û 40 saliyê de ne hatine revandin. Çavkaniyan her wiha diyar kirin ku endamên komên çete di dema sergirtina malan de, pere, zêr û tiştên din ên bi qîmet jî dizîne. Hate ragihandin ku welatiyan jî bi tirsa ku dê bêne kuştin an jî serjêkirin, dengê xwe nekirine.
Hate gotin ku, hejmara Kurdên li Til Eranê hatine revandin gihiştiye 400 kesî. Çavkaniyan ragihandin ku bajarok hîn dorpêçkiriye û çûnûhatina hatiye qedexekirin.