Çeteyan 15 Kurd revandin

Çeteyan 15 Kurd revandin

Hate ragihandin ku komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê li bajarê Tebga yê girêdayî parêzgeha Reqayê 15 welatiyên kurd revandine.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) îro danê êvarê de li bajarê Tebga ya girêdayî parêzgeha Reqayê dest bi revandina welatiyên Kurd kirin. Hate gotin çeteyan heta niha 15 kes revandine û ev pêkanîn didome.