Çete bi wesayîtên li ber çavên leşkeran didizin êrîşên bombeyî pêk tînin

Çete bi wesayîtên li ber çavên leşkeran didizin êrîşên bombeyî pêk tînin

Hate îdîakirin ku li Rihayê, çeteyên DAIŞ'ê li ber çavên leşkerên Tirk wesayîtek dîzîne û li Kobanê di êrîşa bombeyî de bi kar anîne.

Li navçeya Pirsûsa Rihayê hate îdîakirin ku çeteyên DAIŞ'ê li ber çavên leşkerên Tirk li ser sînor wesayîtan didizin û li Kobanê di êrîşên bombeyî yên li hemberî navenda bajar de bi kar tînin. Li eniyên şer ên rojhilat û başûr beriya niha çeteyan hewl dabû ku bi wesayîtek bombebarkirî êrîş pêk bînîn, ev wesayît ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hatibû îmhakirin.

Welatiyê ji gundê Kîkan ê Rojava Osman Alî diyar kir ku çete ji wesayîtên di xendekan de didizin û leşker jî wan temaşe dikin. Alî wiha axivî: "Wesayîtên me li ber çavên leşkeran dibin. Wesayîtên me li aliyê din mane. Dewleta Tirk destûr nade em wesayîtên xwe bînin vî alî. Van wesayîtan di êrîşên bombeyî de bi kar tînin.

Paşe Mehmûd ê ji gundê Mizirdawê ya Kobanê jî da zanîn ku çete li ser sînor şelandinê dikin û leşkerên Tirk jî tiştekî nakin. Mehmûd wiha got: "Li ber çavên leşkeran dibin. Beriya niha jî 3 xizmên me ji aliyê çeteyan ve li ber çavên leşkeran hatin revandin. Çeteyên DAIŞ'ê bi motorsîkletan tên nava baxçeyê qereqolê. Leşker tiştekî nakin."