Çerkezoglû nerazîbûn nîşanî qedexeyê da

Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Çerkezoglû nerazîbûn nîşanî biryara qedexekirinê ya Walîtiya Stenbolê da û got, "Li şûna qedexekirin, gefxwarin û zêdekirina aloziyê, rewşa ku bîranîn lê karibe bê kirin, divê were afirandin."

Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Çerkezoglû nerazîbûn nîşanî biryara qedexekirinê ya Walîtiya Stenbolê da û got, "Li şûna qedexekirin, gefxwarin û zêdekirina aloziyê, rewşa ku bîranîn lê karibe bê kirin, divê were afirandin. Hêvî û bendewariya me ya ji Walîtiya Stenbolê, ev e."

Piştî ku Walîtiya Stenbolê, meşa bîranînê ya ji Cerrahpaşa û Sîrkecî heta Beyazitê qedexe kir, nûnerên saziyên amadekar civiyan.

Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû nerazîbûn nîşanî biryarê da û got, "Em ê bîranîna xwe îro bikin. Piştî civînê em ê rê û rêbazên vê yekê aşkera bikin."

Çerkezoglû bibîr xist ku duh cenaze ji 30 bajaran re hatin şandin û hînê cenaze hene li benda veşartinê ne û got, "Gel di şînê de ye û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan dide. Di rewşeke bi vî rengî de, li şûna qedexekirin, gefxwarin û zêdekirina aloziyê, pêwîste cih û rewşa ku bîranîn karibe lê bê kirin, were afirandin. Hêvî û bendewariya me ji Walîtiya Stenbolê, ev e."