Cerdevan hêj di nav operasyonan de ne

Cerdevan hêj di nav operasyonan de ne

Welatiyên çûn Zozana Duavê ya di navbera Tetwan û Norşînê de diyar kirin ku cerdevan hêj li zozanan di nava operasyonan de ne û divê demildest ji zozana bên vekişandin.

Piştî agahiya li Zozana Duav a Bedlîs cerdevan operasyonan dikin gel derketin zozanê. Li ser vê yekê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bedlîsê Şahîn Çoban, rêveberên BDP'ê, Şaredarê Norşînê M. Emîn Ozkan û endamên Meclîsa Şaredariyê jî çûn Zozana Duavê. Welatiyan pankrata "Hewcehiya hemû kesî bi aştiyê, aştiyê jî hewcehî bi hemû kesî heye" vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Gerîla gele gel li vir e" berz kirin.

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Norşînê Hakan Tadik, diyar kir ku li Zozana Duav cerdevan operasyonan dikin û divê demildest cerdevan paşve bên vekişandin û wiha got: "Banga Birêz Abdullah Ocalan a 'Êdî bila çek bêdeng bibin siyaseta demokratîk bê axivîn' ji aliyê gelê kurd erenî hate dîtin û xwedî lê derket. Gelê kurd ji bo pêvajoya vekişandinê bişopîne li çoltaran nobetê digirin. Em dixwazin di dema vê meşa bi rûmet de leşker û cerdevan dest ji hewildanên provokatîf berbidin. Em dibînin ku cerdevan li zozana em lê di tevgerê de ne. Em destûrê nadin tu provokasyonan. Em dê nobetên xwe bigirin."

Piştî daxuyaniyê koçerên herêmê xwarin ji gel re belav kir. Piştî demek şunda welatiyan çalakiya xwe bi dawî kir.