‘Çepa Ciwan’ a Swêd ji bo Rojava 200 hezar kron alîkarî kom kir

Rêxistinan ciwanan a Partiya Çep a Swêd ku di hilbijartina sala bihurî de ji sedî 5,7 deng wergirt û li parlamentoyê 20 kursî bi dest xist, bi armanca piştgiriya bi Rojava re di nav 3 hefteyan de 200 hezar kron alîkarî kom kir.

Di daxuyaniya ji aliyê ‘Çepa Ciwan’ ve hat dayîn hat diyarkirin ku bi armanca tevkariya ji nû ve avakirina Kobanê re ya ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hilweşiya alîkariya hatiye komkirin wê radestî rayedarên Rojava bikin.

Di daxuyaniyê de polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê bi tundî tê şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de ji bo êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk li hember gelê Kurd pêk tîne hat lanetkirin, hat xwestin ku Swêd û Neteweyên Yekbûyî li hember dewleta Tirk pêkanînan bixin dewrê. 

...