Cengîz Çîçek: Îmrali girtîgeheke nepen e

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Parêzer Cengîz Çîçek nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û destnîşan kir ku Îmrali girtîgeheke nepen e.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 5'ê Tebaxa 2020'an de rapora xwe ya li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir. CPT di raporê de hate xwestin ku rejîma li Îmraliyê li ser girtiyan tê ferzkirin 'bi temamî di ber çavan re bê derbaskirin'.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parêzer Cengîz Çîçek li ser tecrîdê û rapora CPT ji ANF'ê re axivî.

Çîçek bi bîr xist ku CPT diyar kiriye ku Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê nikarin bi hev re derkevin hewcê, bi tena serê xwe derdikevin hewcê û ev yek weke kûrkirina tecrîdê pênase kiriye, ku ev tespît hêja ye.

Çîçek got, "Girîng e ku CPT di vê mijarê de banga lezgîn li hikumetê kiriye û destnîşan kiriye ku 'Pergala cezayê dîsîplînê' ya ku timî xwe li Îmraliyê dubare dike, nayê qebûlkirin."

Çîçek anî ziman ku 'cezakirina di nava ceza de' bingeheke dijminatî û êşkenceya bi rêk û pêk nîşan dide û got, Mînak; di dema sporê de dema ku Ocalan û hevrêyên wî ji xwe re dimeşiyan û sohbet dikirin, ev yek weke sûcê astengkirina aktîvîteya sporê hatiye nirxandin û li ser vê yekê cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn, di heman demê de weke hinceta 'hiqûqî' ji bo astengkirina hevdîtinên bi malbatê re hatiye nîşandan. Ev rewş bi tena serê xwe têrê dike ku bê dîtin bê li Îmraliyê pergaleke çawa ya kêfî heye.

Bi salan e pêşniyar û biryarên di vê çarçoveyê de tên kirin, lê belê sererastkirina rejîma înfazê ya li Îmraliyê li aliyekî, hîn bêhtir hatiye girankirin. Mirov vê yekê jî dikarin weke durûtiya hiqûqa Ewropayê binirxînin. Rewşa li Îmraliyê roj bi roj tê girankirin, hîn bêhtir bi rîsk dibe ku ev yek jî işaret bi wê yekê dike, ku aktorên mûxalîfê sîstemê yên mîna Ocalan li derveyî normên 'hiqûq gerdûnî' tê hiştin. Ji xwe teslîmkirina Ocalan bi komploya navneteweyî, dîlgirtina zêdeyî bîst salan di rejîma Îmraliyê de, yek ji pêkanînên destpêkê yên pergala derveyî hiqûqê ye ku piştî Sowyetan hatiye avakirin.

Mîna vê yekê, Gûantanamo ku mirovên bi rengekî neqanûnî ji aliyê CIA'yê ve tên revandin û lê tên girtin, her wiha bikaranîna keştiyên balafiran ji aliyê CIA'yê ve weke girtîgehan, girtîgehên CIA yên nepen (ne qanûnî) yên li Iraq, Çeçenistan, Efganistan û Bosnayê ji aliyê her kesî ve tên zanîn. Girtîgeha Îmraliyê jî ji şêweyê revandina Ocalan heta şert û mercên girtina li Îmraliyê, dikeve ber pênaseya girtîgeha nepen (li derveyî qanûnan). Ev pêkanîn weke encameke polîtîkaya 'têkoşîna global a li dijî terorê' ya DYE'yê kete meriyetê. Her polîtîkaya bi navê 'têkoşîna li dijî terorê', di kîjan astê de dibe bila bibe, qadeke bêkontrol a li derveyî pergala hiqûqê diafirîne."

'BI DAGIRKIRINA IRAQÊ JI ALIYÊ DYE'YÊ VE, POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ KETE DEWRÊ'

Çîçek diyar kir ku rejîma înfazê ya Îmraliyê ne polîtîkayeke 'milî û xwecihî ye', polîtîkayeke ku bi pêşengiya NATO'yê ji aliyê belavkariya global ve hatiye diyarkirin û di vê der barê de jî qedexeya hevdîtinên parêzeran û malbatê weke mînak nîşan da ku ji sala 2011'an dema destpêkirina 'Bihara Ereban' û vir ve hatiye şidandin.

Çîçek anî ziman ku bi bandora dersên ji dema dagirkirina Iraqê ya sala 2003-2004'an, di rewşeke gengaz a hilweşîna rejîma Sûriyeyê de ji bo Kurdên li Rojava ji bo dorpêçkirina Îranê weke li Başûrê Kurdistanê mîna hêzeke xwecihî bê konsolîdekirin, polîtîkaya tecrîdkirian Ocalan hatiye kûrkirin.

Çîçek got, "Bêguman dîrok li gorî daxwaza komplogeran nehate nivîsandin, lê belê xuya ye ku bi tecrîda bi salan hîn jî hewl didin bi birîna têkiliya bi Ocalan re tevgera Kurd bi polîtîkayên xwe yên hegemonîk ve girê bidin. Di vir de mirov dikarin bêjin ku tecrîdkirina Ocalan polîtîkayeke xwediyên sîstema kapîtalîst e ku li dijî gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn hatiye afirandin. Xwediyên vê pergala nebaş, di rewşekê de ku tecrîdkirina Ocalan didome, li Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî tevgera Kurdan qadeke êrişên leşkerî, siyasî û îdeolojîk vekirin, piştgirî dan vê yekê. Ev rew jî bi van polîtîkayên komplogeran dikare bê vegotin.

MUXATABÊ DAXUYANIYÊN JEFFREY TIRKIYE NÎNE, TEVGERA KURD E

Polîtîka zelal e: Ocalan wê di nava tecrîdeke bêeman de bê hiştin, di nebûna wî de jî wê zext li tevgera Kurd bê kirin ku ne ji bo gelan, lê belê ji bo hêzên global tercîhê bike. Eger qebûl nekin wê tecrîd bê şidandin, Başûr û Rojavayê Kurdistanê di pratîkê de bên dagirkirin, bêhn li muxalefeta Kurd a demokratîk a li Tirkiyeyê bê çikandin. Bêguman divê bê dîtin ku ev polîtîkayên tecrîdê ya mutleq pêwendiya xwe berxwedana polîtîk û îdeolojîk a Ocalan heye. Bi kurtasî sîstema Îmraliyê ew sîstem e ku mirinê nîşan didin û dixwazin mirovan bi tayê qayîl bikin, Ocalan jî di statuya dîlgirtinê de tê hiştin.

Di vê çarçoveyê de rojên dawî Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey daxuyaniyek da û got, 'Di hewldana têkoşîna dijî terorê de ku em têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî PKK'ê weke şerê rewa dibînin, em ê Tirkiye û Iraqê bêhtir teşwîq bikin ku pêwendiyê bi hev re deynin'. Muxatabê rastî yê vê peyamê Tirkiye nîne, Tevgera Kurd e. Peyama vê daxuyaniyê zelal e: şertekî bi tenê heye ku hûn li Sûriyeyê li dora maseyê bin; ew jî bê şert û merc bikevin bin kontrola me. Her berxwedana li dijî vê yekê wê bi qirkirin, mêtingerî û tecrîdê bê bersivandin."

Di dawiya axaftina xwe de Cengîz Çîçek anî ziman ku ji aliyê hiqûqî, mirovî û siyasî ve rojevkirina azadiya Ocalan, yek ji bingehên sereke yên têkoşînê ye ji bo gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk.

'AZADIYA OCALAN DIVÊ HÎN BÊHTIR BIBE ROJEV'

Çîçek bal kişand ser rola diyarker a Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de û got, "Divê gotinên ji bo azadiya Ocalan hîn bi wêrekî bên bilêvkirin û bêyî ku li konjonktura siyasî bialiqin divê têkoşîneke global a bêdawî bê meşandin."