Cenevre-3 wê li ber çalakiyên protestoyî yên Kurdistaniyan destpê bike

Civîna Cenevre-3 wê li ber çalakiyên protestoyî yên Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê destpê bike.

Tê payîn, Cenevre-3 bêyî vexwendina Kurdan bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî bi îdîaya 'çareseriya siyasî' ji bo Sûriyeyê pêk were. Kurdistanî jî wê bi dirûşma "Em ê ti carî rê nedin Lozaneke din" wê sibe li Cenevreyê mîtîngekê pêk bînin.

MÎTÎNG WÊ LI MEYDANA QÛÎA WÎLSONÊ WERE LIDARXISTIN

Mîtîng wê bi pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD) ve li meydana Qûîq Wîlsonê saet di navbera 14:00-17:00 de pêk were.

DEM-KURD'ê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku venexwendina Kurdan ji bo Cenevre-3 nayê qebûlkirin û hat gotin, "Em bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dikin ku ji bo sed salekî din neyên înkarkirin, tevlî mîtîngê bibin."