Cendirmeyê guhdarî nîv milyon kesî kiriye
Cendirmeyê guhdarî nîv milyon kesî kiriye
Cendirmeyê guhdarî nîv milyon kesî kiriye
“Komîsyona Kêzê” ya ku di mijara guhdarkirina ne zagonî de di xebite, li gorî agahiyên ku dane Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, di 10 salên dawî de guhdarî nîv milyon kesî kiriye.
Ji sala 2002’an ku AKP hate ser desthilatdariyê û heta sala 2012’an, hate tespît kirin ku Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan guhdarî 470 hezar û 102 kesan kiriye. Tê texmîn kirin ku, li gel guhdarkirinên ne dirêyên fermî de hêjmar pir pir zêdetire.
Li gorî îstatîstîkên ku Fermanariya Giştî ya Cendirmeyan agahî daye Komîsyona Meclisê ya ji bo guhdarkirinên nezagonî lêkolîn bike hatî avakirin, di navbera salên 2002-2012’an de bi 75 hezar û 478 biryarên dadgehê yekîneyên Cendirmeyan guhdarî 470 hezar û 102 kesan kiriye.
Li gorî daneyan di sala 2002’an de bi 105 biryaran 380 kes hatine guhdarkirin, di 2003’an de bi 983 biryaran 3 hezar 371 kes, di 2004’an de bi 3 hezar û 84 biryaran 8 hezar û 897 kes, di 2005’an de bi 3 hezar û 843 biryaran 12 hezar û 618 kes hatine guhdar kirin.
Sala 2006’an piştî sererastkirina zagonî, dê guhdarkirin bi du cureyan bê guhdarkirin yek bi armanca pêşîlêgirtin, duwem jî edlî. Di vê çarçoveyê de di sala 2006’an de bi giştî bi 8 hezar û 57 biryaran 35 hezar û 728 kes hatin guhdarkirin, 2007’an bi 11 hezar û 755 biryaran 69 hezar û 947 kes, 2008’an bi biryara 13 hezar û 729 biryaran 108 hezar û 534 kes hatin guhdarkirin. Di sala 2009’an de bi 13 hezar û 57 biryaran 97 hezar û 28 kes, di sala 2010’an de bi 8 hezar û 791 biryaran 57 hezar û 505 kes, 2011’an bi 6 hezar û 596 biryaran 42 hezar û 472 kes hatin guhdarkirin.
Têkildarî faliyetên kontorla ragihandinê di derbarê 5 efser, 4 berbaz, 5 cendirmeyên pispor û 1 xebatkarê sivîl bi giştî 15 personelên cendirmeyan de pêkanînên zagonî hatin kirin.