Cenazeyên tê îdîakirin yên gerîlayên HPG'ê ne anîn Edeneyê

Cenazeyên 2 kesên tê îdîakirin ên gerîlayên HPG'ê ne anîn Morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.

Cenazeyên 2 kesên tê îdîakirin ên gerîlayên HPG'ê ne yên li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pozantiyê dihatin girtin anîn Morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.

Cenazeyên 2 kesên tê îdîakirin gerîlayên HPG'ê ne yên di êrîşa li hemberî Midûriyeta Polîsan a Pozantiyê de jiyana xwe ji dest dan û li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pozantiyê dihatin girtin ji ber rageşiya li navçeyê anîn Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Cenazeyên bi wesayîtên zirxî ji morgê hatin girtin pêşiya wan ji aliyê komeke faşîst ve hat birîn. Koma nîjadperest êrîş li wesayîtên zirxî kir û polîsan gule berdan hewayî û bombeyên gazê avêtin komê. Dema cenaze anîn morga Saziya Tipa Edlî li ber morgê tedbîr hatin girtin.

Li aliyê din koma nîjadperest rêya Edene û Pozantiyê birîn û wesayîtan radiwestînin û kontrola nasnameyan dikin û wesayîtên plaqeyên wan ên bajarên Kurdistanê bin texrîb dikin.