Cenazeyên Kîtapçi û Coşkûn spartin axê
Cenazeyê Endamê BTS'ê Alî Kîtapçi û parêzerê sendîkayê Uygar Çoşkun ên di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji dest dan bi tevlîbûna bi hezaran kesan hatin definkirin.
Cenazeyê Endamê BTS'ê Alî Kîtapçi û parêzerê sendîkayê Uygar Çoşkun ên di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji dest dan bi tevlîbûna bi hezaran kesan hatin definkirin.
Cenazeyê Endamê BTS'ê Alî Kîtapçi û parêzerê sendîkayê Uygar Çoşkun ên di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji dest dan bi tevlîbûna bi hezaran kesan hatin definkirin.
Ji bo Endamê BTS'ê Alî Kîtapçi, Îdîl Guneyî û Uygar Çoşkun ên di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji dest dan li ber Gara Enqere bîranîn pêk hat. Parlementerê HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de dirûşmeyên "Qatîl Erdogan", "Şehîdên şoreşê nemir in" û "Hesaba komkujiyê dê Qesir bide" hatin berzkirin. Ji ber ku polîsan destûr neda cenaze bên cihê bîranînê bi giyabî merasîma oxirkirinê pêk hat.
'HÛN Ê HESABÊ VÊ BIDIN'
Piştî rêzgirtinê Hevsera Alî Kîtapçi Emel Kîtapçi axivî û diyar kir ku weke her caran îro jî li ser piyan in û çi be bila bibe dê ji welat re aştî û azadiyê bînin. Kîtapçi anî ziman ku qatil di "qesra" xwe de bi tenê ye û wiha got: "Em yek dil inî. Hînî me qetil bikin em dê zêde bibin. Çawa şehîdên me heya îro riya me ronî kirin dê ji niha pê de jî riya me ronî bikin." Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose jî axaftinekî kin kir û got "Em qatilan baş dinasin. Berê xwe bidin çavên me soz be hûn dê hesaba vê komkujiyê bidin."
'HEKE EM HESAB NEPIRSIN RÛMETA ME AÎDÎ ME NEBE'
Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder jî diyar kir ku desthilatdar li hemberî her tiştî tehemûlê dikin lê tehemûlê li piştevaniyê nakin. Onder anî ziman ku komkujiyên Gurgum û Sêwasê hêj jî di arşîvan de weke "bûyera Gurgumê bûyer Sêwasê" derbas dibin û wiha got: "Ji vê komkujiyê re jî bi hev re dibêjin teror. Lê kujer diyar kin. Heke em hesabê nepirsin rûmeta me ayîdî me nebe. Heke em hesabê nepirsin xwarin û ava em vedixin ji me re heram be."
Piştî axaftinan girse çû Goristana Karşiyakayê û cenazeyê Uygar Çoşkun wergirtin. Cenazeyê Çoşkun heye cihê lê bê definkirin bi meşê birin. Parêzer jî bi cupeyên xwe tevlî merasîmê bûn. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Çoşkun hat definkirin. Cenazeyê Kîtapçi jî li mizgefta goristanê piştî wecîbeyên olî anîn goristanê û bi dirûşmeyan hat definkirin.