Cenazeyên ji Xerzanê derxistine li goristana Kîlyosê hatiye veşar

Derket holê ku 262 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û 2 sal in li Saziya Tip Edlî ne, di Adara 2019’an de li goristana bêkesan a Kîlyosê hatine veşartin.

Li goristana Xerzanê ya li bejahiya Oleka Jor a Bedlîsê ye di 19’ê Kanûna 2017’an de 267 cenaze hatibûn derxistin û biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Bi tenê 5 cenaze radestî malbatên wan hatibûn kirin.

11 cenaze jî piştî kontrolkirina DNA’yan wê teslîmî malbatan bihata kirin. Lê 11 cenazeyên ku karên wan ê DNA’yê hatine kirin jî tê de, 262 cenaze di Adara 2010’an de li Goristana Bêkesan a Kîlyosê ya Sariyerê hatiye veşartin. Hate diyarkirin ku nimûneyên DNA’yê hatiye stendin û nimre dane wan.

Hate diyarkirin ku malbatên DNA’yên wan wekî hev derketine wê karibin cenazeyên xwe ji Goristana Bêkesan a Kîlyosê werbigirin û malbatên din jî dikarin ji bo DNA’yê serî lê bidin. Heke DNA wekî hev derkevin wê malbat karibin cenazeyên xwe ji goristana bêkesan werbigirin. Heke ji bo DNA’yê tu serlêdan neyê kirin, wê cenaze li Goristana Bêkesan a Kîlyosê bimîne.