Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê gundên girêdayî wê cenazeyê 2 şervanên QSD’ê ku yên di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dijwar û 4 şervanên şervanên YPG’ê yên di heman pêngavê de şehîd bibûn, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehdan a Şedadê spartin axê.
Welatiyan piştî ku cenazeyên herdu şervanan QSD’ê Mehmûd Hirêmîs (Tacedîn) û Selah Ezîz (Azad welat) ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê û şervanên YPG’ê Gazî El-Ezawî (Serdar), Ehmed Elî (Wesîm), Xêredîn (Ebrez), Ehmed El-Cirzî (Demhat) ji navneda Saziya Malbatên Şehîdan jî ji navenda Saziya Malbatê Şehîdan wergirtin, bi karwanên cuda ber bi Goristan Şehîd Dijwar û Goristana Şehîdan a Şedadê ve ketin ser rê.
Di ketina goristanê darbesa şehîdan hilgirtin ser milan û dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ hatin qîrkirin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre jî li ser navê Malbata Şehîdan Mihemed Dawî, Fermandarê YPG’ê Kawa Hesekê, Hevseroka Meclîsa Hesekê Civîn Remo û dîsa li ser navê YPG’ê Fermandarê YPG’ê Elî Xidir axivîn.
Di axaftinan de destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û bal kişand ser rola şervanan a di parastina xaka welat de. Axaftvanan gotin bi yekîtiya gelan wê hemû êrîş têk biçin û destnîşan kirin ku wê heta dawî li ser rêya şehîdên xwe bimeşin.
Di dawiya herdu merasîman de cenazeyên şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namire’ û tilîliyên dayikan ve spartin axê.