Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ şandin warên wan

Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ şandin warên wan

4 şervanên YPG-YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan cenazeyê wan ji Rihayê hatin girtin û birin Amedê.

Şervanên YPG-YPJ’ê Dîlan Yalçinkaya (Dîlan Garzan), Sîdar Yayik (Welat Amed) (19), Vedat Subaşi (Cûdî Welat) (25), Erdînç Kep (Dijwar Cûdî) (19) ku di 12’ê Mijdarê de li Kobanê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan cenazeyê wan ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê hat girtin û birin Amedê.

Cenaze duh êvarê ji aliyê endamên MEYA-DER û girseyê de di  ketina Amedê li Petrola Ava hatin pêşwazîkirin. Cenaze bi konvoyê birin Goristina Yenîkoy.

Cenazeyê Dîlan Yalçin li Bedlîsê, yê Kep li Wan, li Subaşi Muşê wê bê definkirin. Cenazeyê Yayik jî dê îro li Goristana Yenîkoyê bê definkirin.