Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê li Efrînê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên 4 Şervanên YPG'ê ku di encama topbarana artêşa Tirk de şehîd bibûn, li gorîstanên Şehîd Seydo û Şehîd Refîq bi merasîmekê veşartin.
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên 4 Şervanên YPG'ê ku di encama topbarana artêşa Tirk de şehîd bibûn, li gorîstanên Şehîd Seydo û Şehîd Refîq bi merasîmekê veşartin.
Bi hezaran şêniyên Kantona Efrînê cenazeyên Şervanên YPG'ê Îbrahîm Elî (Şoreş Rojava), Mihemed Bîlal (Kajîn Efrîn), Mihemed Dîbo (Avaşîn Şiyê) û Xelîl Emûrî (Armanc Efrîn) ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn, ji Nexweşxaneya Avrîn wergirtin û ber bi goristanên Şehîd Refîq û Şehîd Seydo ve bi rê ketin.
Cenazeyê 3 şervanan li Goristana Şehîd Seydo a navçeya Cindirêsê û cenazeyê şervanê din jî birin Goristana Şehîd Refîq a navçeya Şera.
Li goristanan ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG'ê Şahîn Amanos axivÎ û sersaxi ji malbatên şervanan re xwest.
Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Cindirêsê Hesen Berko axivî û hemû congoriyên azadiyê bi bîr anî û sersaxî ji malbatên şervanan re xwest.
Her wiha Cîgira Desteya Rêveberiya herêmî ya Kantona Efrînê Nûrşan Hisên jî diyar kir ku gelê herêmê doza azadî û aştiyê dike û di vê çarçoveyê de, gavên dîrokî tê avêtîn.
Nûrşan diyarkir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêbazên cûda dixwaze gihiştina her sê Kantonên Rojavayê Kurdistanê asteng bike.
Di merasîmê de Bavê şehîd Kajîn Efrîn, Mihemed jî axivî û wiha got; "Kurê min li hember zilm û dagirkeriyê li ber xwe da û canê xwe fedayî axa welat kir."
Piştî axaftinan, nasnameyên şervanan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Piştre bi dirûşem û tilîliyan cenazeyên şervanan li goristanê hatin veşartin.