Yilmaz Ozalpê di 5'ê Tebaxê de li Girtîgeha Şakran a Hejmara 1 a Tîpa T'yê krîzê li dilê wî xistibû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Çîgîlê, duh danê sibehê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ozalp îro hat veşartin. Cenazeyê Ozalp serê sibehê ji nexweşxaneyê hat wergirtin û ji bo wexîbeyên dînî ew anîn mizgefta li kadîfekaleyê. Piştî nimêja cenaze, cenazeyê Ozalp bi dirûşmeya "Şehîd namirin" ber bi Goristana Taxa Saluyemaniya ya navçeya Salihlî ya Manîsayê hat birêkirin. Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê û rêveberên HDP'a Konakê jî di nav de gelek kes tevlî merasîma cenaze bûn.
Rêveberên HDP'ê yên Manîsayê cenazeyê Ozalp li têketina navçeya Salihliyê pêşwazî kirin. Cenazeyê Ozalp li goristana ku gora diya wî û birayê wî lê hat veşartin.