Cenazeyê Şervanê YPG'ê hate oxir kirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê hate oxir kirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Osman Bozan ê ku duh êvarê li Taxa Şêxmeqsûd di encama êrîşa koma çekdar de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê sedan kesî ve ber bi Kobanê hate oxir kirin.

Li taxa Şêxmeqsûd Rojava ya Helebê, şervanê YPG'ê Osman Bozan bi nasnav Bahoz ku di encama êrîşa koma çedar a duh êvarê li ser noqteya kontrolê ya YPG'ê pêkhat jiyana xwe ji dest da, cenazeyê Bahoz îro ji aliyê sedan kesî ve ber bi Kobanê hate oxir kirin û dê li wir were defin kirin.

Şervanê YPG'ê Osman Bozan bi nasnav Bahoz di sala 1960'an de li Gundê Qola yê Kobanê hatiye dinê û bavê 3 zarokane.