Cenazeyê Sekreterê PWKS’ê Ezîz Dawûd li Amûdê spartin axê

Cenazeyê Sekreterê PWKS’ê Ezîz Dawûd li Amûdê spartin axê

Cenazeyê Sekreterê Partiya Wekheviya Kurdî li Sûriyeyê (PWKS) Ezîz Dawûd ku duh di encama krîza dil de jiyana xwe jidest dabû li bajarê Amûdê bi merasîmeke ku serok û nûnerên partiyên siyasî jî tevlî bûn, spartin axê.

Cenazeyê Sekreterê Partiya Wekhevî Kurdî li Sûriyê (PWKS) Ezîz Dawûd ku duh di encama krîza dil de jiyana xwe jidest dabû piştî wecibeyên olî ji Mizgefta Mezin a Amudê hate wergirtin û bi beşdariya sedan kesan birin goristana bajêr. Piştî ku cenaze birin goristanê li vir merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Endamê Desteya Bilind a Kurd û Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl, nûnerên gelek partiyên siyasî jî amade bûn.

Di merasîmê de Aldar Xelîl axaftinek kir û ji malbata Dawud sersaxî xwest .Xelîl, diyar kir wefata Ezîz Dawut ji bo siyaseta Kurd a li Suriyê windahiyek mezin e û wiha dom kir: “Di demeke wiha ku pêwîstiya gelê kurd bi yekîtiyê heye de, windahiya birêz Dawud cihê xemgîniyê ye.”

Li ser nave malbata Dawud, Ciwan Dawûd jî di merasîmê de axivî û spasiya xwe pêşkêşî beşdaran kir. Li ser navê Desteya Bilind a Kurd Ebdulselam Ehmed jî axivî û sersaxî ji malbata Dawud û partiya wekhevî xwest.

Piştî axaftinan cenazeyê spartin axê.