Cenazeyê şahida komkujiya Dersimê Kiyançîçek hate veşartin
Cenazeyê Emîne Kiyançîçek ku yek ji şahidên komkujiya Dersimê ye, li gundê xwe Hozmerekê hate veşartin.
Cenazeyê Emîne Kiyançîçek ku yek ji şahidên komkujiya Dersimê ye, li gundê xwe Hozmerekê hate veşartin.
Ji bo Emîne Kiyançîçek (98) ku yek ji şahiên komkujiya Dersimê ya 1938'an bû, li Dersimê merasîmek hate lidarxistin û cenazeyê wê li gundê Hozmerekê hate veşartin.
Merasîm li Mala Cem û Komeleya Çandê ya Haci Bektaşî Velî ya li navenda Dersimê pêk hat û rêveberên HDP û DBP'ê û xebatkarên Komeleya Elewiyan a Demokratîk jî di nav de gelek kes tevlî bûn. Cenazeyê Kiyançîçek piştî bicihanîna wecîbeyên olî, li gundê Hozmerekê hate veşartin.
Kiyançîçek ku di dema komkujiya Dersim 38 de 10 salî bû û komkujî dît, şahidî ji hemû komkujî û zextên di dîroka komarê de hatin kirin, kir.
Emîne Kiyançîçek, dema 76 salî bû, bi îdîaya "alîkariya ji bo PKK'ê" hatibû darizandin û 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û ew şandibûn Girtîgeha Tûncelî. Emîne Çiyançîçek 24 mehan girtî ma.