Cenazeyê Keser li Edeneyê hat veşartin
Cenazeyê Keser li Edeneyê hat veşartin
Cenazeyê Keser li Edeneyê hat veşartin
Cenazeyê xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Havva Keser, li goristana malbatê ya li Taxa Misis a navçeya Edene Yuregîrê hat veşartin. Ocalan di peyama şandî de diyar kir ku Keser bi hesreta welêt, jiyana xwe ji dest daye.
Xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Havva Keser duh danê sibê li Edeneyê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Keser îro ji Morga Nexweşxaneya Edeneyê ya Taybet hat wergirtin û ji bo kar û barên şuştina cenaze bi konvoyekê birin Goristana Asrî ya Edeneyê.
Di merasîmê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, Parlamenterên HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, Leyla Zana û Pervîn Bûldan, endamên Meclîsa Partiyê yên HDP û DBP'ê, parêzerên Ocalan, birayê Ocalan Mehmet Ocalan ê duh çû Îmraliyê û bi hezaran kes amade bûn.
Cenazeyê Keser ji vir anîn mala wê ya li taxa Mîsîs a navçeya Yuregîrê û piştre bi meşekê birin goristana malbatê ya li goristana axa Mîsîsê. Di dema meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Keser hatin hildan. Li dû nimêja cenaze ya li goristana malbatê, cenazeyê Havva Keser hat veşartin.
Piştî veşartina cenaze, Mehmet Ocalan peyama Ocalan a şandibû xwend.
Mehmet Ocalan diyar kir ku dema wî ji kekê xwe Ocalan re gotiye xwişka wan Havva Keser jiyana xwe ji dest daye, Ocalan rawestiyaye û gelekî xemgîn bûye. Dûre Ocalan ji bo Havva Keser gotiye; neçar maye li cihekî dûrî welatê xwe bijî û vê yekê bandor li jiyana wê kiriye. Mehmet Ocalan da xuyakirin ku Ocalan diyar gotiye, eger Havva Keser li welatê xwe bûya wê li ser xwe bûya û gotiye, "Eger li welatê xwe bijiya wê bêtir bijiya, bi hesreta xaka xwe jiyana xwe ji dest da."
Li dû merasîma cenaze li kolana Namik Kemal a taxa Mîsîsê konê sersaxiyê hat vedan û girseya gel derbasî binê kon bû.