Cenazeyê Karlov ber bi welêt hat şandin

Heyeta Rûs li cihê ku Sefîr Karlov hatî kuştin lêkolîn kir. Cenazeyê Karlov jî ji Balafirgeha Esenbogayê ber bi welatê wî hate şandin.

Komek pispor a ji 18 kesan ji Rûsyayê hatin û têkîldarî kuştina Sefîr Andrey Karlov lêkolîn kirin.

Koma pispor hat Saziya Tiba Edlî ya Keçîorenê, şahidî ji otopsiya cenazeyê Sefîr Karlov re kir. Koma pispor ku di nav de dozger, pisporên krîmînal, psîkolog û pisporên lêkolînê hebûn, bi koma Tirk a ket otopsiyê re civiya û otopsî kirin.

Koma pispor a Rûs, dûvre bi polîsan re hatin Navenda Hunerên Nûjen ku cihê bûyerê bû, li vir ji hêla Dozgerê Komarê û koma lêkolîna cihê bûyerê hat agahdarkirin.

Cenazeyê Karlov, ji Balafirgeha Esenbogayê ber bi welatê wî hat şandin.