Cenazeyê Hevserokê HDP’ê yê Tekîrdagê Gumuş hate veşartin

Cenazeyê Hevserokê HDP’ê yê Tekîrdagê Salîm Gumûş ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin.

Di merasîmê de hevalên wî yê têkoşînê axivîn û wiha gotin; “Em ê hesreta yekbûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li çiyayên asî yên Karadenîzê bidomînin.”

Hevserokê Tekîrdagê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Salîm Gumuş (36) ku di encama qezeyekî trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, hate oxirkirin. Li Mizgefta Fatîh ya li navçeya Fatihê merasîm hate lidarxistin. Parlamenterên Stenbolê yên HDP’ê Pervîn Bûldan, Garo Paylan, hunermend Ferhat Tunç jî di nav de hevalên têkoşînê û malbata Gumuş beşdarî merasîmê bûn. Ji aliyê HDP, TKP û ESP’ê ve ji bo merasîmê çeleng hate şandin.

Piştî wacîbên olî cenazeyê Gumuş anîn Mizgefta Bahçelîevler a Kocasînan û spartin axê. Di dema merasîma veşartinê de xizmên Gumuş krîz derbas kirin.

Di merasîmê de Parêzer Bulent Çoban axivî û got ku di dema Gumuş hatî binçavkirin de hevdu naskirin û piştre bûne dost. Çoban wiha got: “Min dost, muwekîl û rêhevalê xwe winda kir. Bi nasnameya Karadeniz li cihê xwe ne disekinî, dostekî me yê ji bo azadiyê li cihê xwe ne dima û zû ji nava me çû.”

Çoban bibîrxist ku Gumuş li Tekîrdagê li dijî faşîzmê têkoşîn dikir û mînake bû, “Çûyina wî hemû dostên xwe, xemgîn kir.”

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Kenan Yildiz jî got, Gumuş ê ku di demên herî bêhêvî yê de jî ji têkoşînê gav paşve ne avêtiye.

Hevalên Gumuş wiha gotin: “Em ê xeyalên te yên ji bo yekbûna azadiya gelê Kurd li çiyayên asî yên Trakya û Karadenîzê pêkbînin. Em ê hesreta yekbûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li çiyayên asî yên Karadenîzê bidomînin.”