Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tektaş hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ozgur Tektaş ê di şerê li çiyayê Amanosan de jiyana xwe ji dest da hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ozgur Tektaş ê di şerê li çiyayê Amanosan de jiyana xwe ji dest da li goristana Pelîtlî hat veşartin.

Cenazeyê Tektaş duh êvarê anîn Mala Cem a Çayirovayê. Xebatkarên rojnameya Atilim, Serokê Giştî yê Sendîkaya Lîmter-Îş'ê Hakki Demîral, rêveberê DÎSK'ê Kamber Saygili, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan, ji xaziyên Pirsûsê Çagdaş Kuçukbattal û Şerîfe Erbay, Rêveberên ESP'ê yê Bajêr Alî Haydar Keleş, endam û rêveberên SGDF, ESP û HDP'ê hatin mala cem û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Piştî merasîma olî ya li mala cem cenazeyê Tektaş bi konvoyek ji wesayîtan birin Goristana Pelîtlî.

Birayê Ozgur Tektaş Bayram Tektaş li ser gorê axivî û got, "Bifikirin birayê min Ozgur di trenekê de ye. Li şûna ku li vagonekê bi tenê bifikire, wî xwest li temamiya trenê bigere."

Rêveberê ESP'ê yê Bajêr Alî Haydar Keleş dûre mafê axaftinê wergirt û da zanîn, Tektaş ji xebatên gel heta çapemeniya azad li gelek qadan wezîfe kir.

Keleş got, "Ozgur xewna xwe ya azadiyê li çiyê dewam kir. Hevrê Ozgur mîna navê xwe hevrêykeî dildarê xewna xwe ya azadiyê bû. Û di oxira wê de şehîd ket. Ala wî li erdê namîne, Hevrê Ozgur namire."

Di merasîma cenaze de dirûşmên "Şehîd Namirin", "Şehîdên şoreşê namirin" hatin qîrîn.

Piştî merasîmê girseya gel li mala malbata Tektaş serdana sersaxiyê kir.

...