Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Moral teslîmî malbata wî hate kirin

Malbata Gerîlayê HPG’ê Eşyar Moral (Şiyar Denîz) cenazeyê kurê xwe wergirtin ê ku 4 meh berê li Amanosê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û li goristana bêkesan hatibû veşartin.

Li Çiyayên Amanosê yên Osmaniyeye di 31’ê Adarê de şer derketibû û gerîlayê HPG’ê Eşyar Moral (Şiyar Denîz) tevî 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber ku cenaze ji aliyê malbatê ve nehatibû teşxîskirin li Goristana Kabasakal a Edeneyê hatibû veşartin. Piştî testa DNA’yê derket holê ku cenaze aîdî Moral e. Malbat ji bo wergirtina cenaze duh ji Amedê hat Edeneyê û bi rayedarên goristanê re civiyan.

Ji ber ku derveyî mesaiyê ye rayedaran cenaze nedan malbatê. Vê sibehê malbat dîsa hate goristanê û di bin çavdêriya polîs û dozgeran cenaze hate derxistin. Di dema derxistina cenazeyan de polîsan nehişt kes nêzî goristanê bibe. Malbatê nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û got ku, “Ev cenaze ye. Gelo wijdanê vî meleyî tuneye?”

Malbatê piştî ku cenaze wergirt ji bo veşartina cenaze ber bi Licêya Amedê ketin rê.