Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Çakir spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Vedat Çakir (Bawer Botan) ê li Semsûrê di şer de jiyana xwe ji dest da li Mêrsînê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşma, "Şehîd Namirin" hat definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Vedat Çakir (Bawer Botan) ê li Semsûrê di şer de jiyana xwe ji dest da li Mêrsînê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşma, "Şehîd Namirin" hat definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Vedat Çakir (Bawer Botan) ê li Semsûrê di şer de jiyana xwe ji dest da li Mêrsînê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşma, "Şehîd Namirin" hat definkirin. Wekîla HDP'ê ya Mêrsînê Çîlem Kuçukkeleş, anî ziman ku gel bi salan di nava agir de dimeşe û wiha got: "Komkujiya herî mezin Serokkomar Recep Tayyip Erdogan dike û ew ê di nava agir de bişewite."
Gerîlayê HPG'ê Vedat Çakir (Bawer Botan) di rojên bihurî de li Semsûrê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Çakir ji bo otopsiyê biribûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Malbatê piştî cenazeyê kurê xwe tespît kirin ji saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn Mêrsînê. Malbatê cenazeyê kurê xwe Vedat Çakir anîn Taxa Mustafa Kemal a Navçeya Toroslarê ya Mêrsînê û piştre bi girseyî li Goristana Akbelen defin kirin. Bi hezaran kes ji malbatê heta goristanê darbesta Çakir danîn ser milê xwe û meşiyan. Di meşê de hezaran kesan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayê HPG'ê Vedat Çakir bilind kirin û alên PKK, KCK vekirin. Di merasîmê de endam û rêveberên YAKAY-DER, TUHAD-FED, HDP û wekîla HDP'ê ya Mêrsînê Çilem Kuçukkeleş amade bûn. Di meşê de girsê bê navber dirûşmên "Biji Serok Apo", "Qatil dewlet wê hesap bide", "Qatil Erdogan" û "Şehîd Namirin" berz kirin.
Li dora goristanê maşîneyên zirxî û TOMA rawestiyan xwestin girsê asteng bikin. Lê girsê bi dirûşman bertek nîşanî polîsan da.
TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME
Pişti polîs paşve kişiyan, bi hezaran dirûşm berz kirin û derbasî qada goristanê bûn. Piştî definkirinê rêz hat girtin. Li ser navê girsê Serokê şaxa YAKAY-DER'ê ya Mêrsînê Mehmet Şirin Erincak, hişmendiya şer şermezar kir û diyar kir ku li gel şerxwazan wê heta dawî têkoşîna aştiyê bidin.
Wekîla HDP'ê ya Mêrsînê Çilem Kuçukkeleş jî anî ziman ku şehîdên aştiyê li 81 bajaran belav bûne û wiha got: "Li dijî kesên şer dixwazin û serhişk ji 81 bajaran aştîxwaz derketin rê û berê xwe dan Enqereyê. Ji bo aştiyê biqîrin çûn Enqereyê. Lê wan bombe avêt nava aştiyê. Bila Ew dîktator baş zanibe ku gel 40 salin di nava çembera agir de derbas dibe û heta îro hatiye. Şer û komkujiya herî mezin Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan pêş dixe. Em dê serbilind di nava cembera agir de derkevin. Lê ew ê di bin agir de bimîne û bişewite. "
Girsê piştî cenaze defin kirin çûn mala sersaxiyê û sersaxî ji malbatê xwest.