Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yuksekbag veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hîva Yuksekbag (Zinar Azad) ê di şerê li bejahiya Hînê-Lice qeqimî de şehîd bibû, li Amedê hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hîva Yuksekbag (Zinar Azad) ê di şerê 7’ê Hezîranê yê li bejahiya navçeya Hînê-Lice ya Amedê qeqimî de şehîd bibû, piştî kar û barê otopsiyê ya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Selahattîn Eyubî bi dawî bû ji aliyê malbatê ve hate girtin. Cenazeyê Yuksekbag birin Goristan Yenîkoyê. Li goristanê li gel rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajar, namzetê parlemeneteriyê yê HDP’ê yê Amedê Mehmet Temîzoz û Ferda Fahrîoglû Akin jî di nav de gji aliyê girseyeke qelebalix ve cenazeyê Yuksekdag hate pêşwazîkirin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Yuksekbag li ser milan hate kirin û birin goristanê. Cenazeyê Yuksekbag ê hate veşartin, baçên kesk, sor û zer li ser gorê hate danîn.

Hevserokê HDP’ê Şerîf Çamçi yê di merasîmê de axivî, bal kişand ku şerekî ne bi exlaqî tê kirin û got: “Operasyonên siyasî tê kirin, daristan tê şewitandin, mirov tên qetilkirin. Êdî tehmûla kesê ji bo vê nemaye. Mîtînga li Amedê bersiva vê bû.

Piştre jî dayika Yuksekdag Guler Yuksekbag jî axivî û spasiya her kesê ku tevlî merasîmê bibû kir û got: “Em dibêjin êdî bes e. Şehîd namirin, ew rûmeta em ne.”

Piştî merasîmê kom ji bo sersaxiyê berê xwe dan Mala Şînê ya Sîlvanê.