Cenazeyê Fîraz Dag hate veşartin

Cenazeyê Mehmet Aksoyê (Fîraz Dag) ê li Reqayê di encama êrîşa 25’ê Îlonê ya çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibû, li Londrayê bi merasîmeke bi heybet ji aliyê hezaran ve hate veşartin.

Ji bo Aksoy li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Harînegeyê merasîmek hate lidarxistin. Salona ku merasîm lê hate lidarxistin tijî bû girseya gel a li ber avahiyê jî kom bû her ku çû zêde bû. Li ser dikê wêneyên şehîd Aksoy û şehîdên enternasyonal li gel wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate danîn, di salonê de alên YPG’ê YPJ’ê hatin bilindkirin. Darbesta Şehîd Fîraz bi ala YPG’ê hate pêçan û dirûşmên “Şehîd Namirin” hatin qîrkirin. Ji ber girseya gel a zêde bi sînevîzyonê merasîma li nava salonê bi rêya sînevîzyona derve hate dînîn welatiyên derve şopandin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre jî akademîsyen Dîlar Dîrîk li ser jiyan û têkoşîna Mehemt Aksoy axivî.

Li ser navê Navenda Kurd a Yilmaz Amed jî axivî û şehîdên azadiyê bibîr anî.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa Bîrsel Payroz jî axivî û got: “Mehemt nirxê gelê Kurd bû, hevrêyê hevalên jin bûn. wesyeta wî ya dawî gotibû; ‘Bila hevrêyên min ên jin darbesta min rakin ser milan.’ Piştî şehadetê jî ji bo me mîrasekî mezin hişt, em ê heta dawiyê xwedî li vî mîrasî derbikevin.Em soz didin Mehmet, em ê xeyalê Mehmet weke jin pêk bînin.

Li ser navê tevgerên ciwanan jî axaftin hatin kirin.

Ji fermandarên Reqayê Nesrîn Abdullah bi rêya telekonferansê peyama Feramandariya YPG’ê û YPJ’ê da.

Dayika  Şehîd Erîk Kostandeno Scûfîeld ê Brîtanî  Vasîlîkî Sûcrfîeld û dayika Şehîd Mehmet Aksoy Zeynep Aksoy bi her re derektin ser dikê.

Zeynep Aksoy a pûşiya kesk, sor û zer li stûyê xwe pêçayî di axaftina xwe de wiha got: “Ez baş dizanim Mehmetê min îro pir kêfxweş e. Ez spasdariyê xwe pêşkêşî we tevan dikim, hûn her hebin û baş bû ku îro hûn li gel min bûn. Li ser navê malbatê xêrhatina we tevan dikim. Bi dirûşa “Şehîd namire” cihê xwe li gel dayikên şehîdan girti.

Bavê Mehmet Aksoy Kalandar Aksoy jî wiha got: “Gelek zehmet  û zore Mehmet vebêjim. Mehemt heta roja îro di dilê min û malbata xwe de bû, jî îro û şûnde heta bêdawîtiyê  wê cih di dilê hejarna de cih bigire.

Gonca Aksoya nameya biryarê xwe Mehemet Aksoy xwend. Her wiha di merasîmê de Rahîbê Chûrch  Saînt Martîn Rîchard Katte, Wentmînster Sînagogû Hahami Benjî Stanley , Dîrektorê Navneteweyî yê sendîkaya ÛNÎTE ku cih di Kampanayaya ji Ocalan re azadî û Ji FEDA’yê jî Şukru Yildiz axivîn û peyamên sersaxiyê şandin.

Piştî merasîma li Navenda Civaka Kurd hate lidarxistin û şûnde darbesta Şehîd Fîraz li ser milê jinan dest bi meşê hate kirin. Girseya ku darbesta ku bi gulan hatibû xemilandin, ber bi Goristana Hîghgateyê ve ketin rê.  Di tevahî meşê de girseya ku posterên Ocalan alên PKK’ê, YPG’ê û YPJ’ê hildanbûn, bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedana YPG’ê”, “Şehîd Namirin” û “Jin,Jiyan, Azadî” qîr kirin.

Piştî meşa dirêj cenazeyê Aksoy birin  Goristana Hîghgate ku gora Karl Marx lê ye. Li ser gora Marx deqeyek rêz hate girtin. Cenazeyê Aksoy bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hate veşartin. Li ser gora şehîd poserê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK’ê hate danîn. Dayik û bavê Mehmet piştî  veşartinê kevokên spî firandin hewayê.