Cenazeyê Aspîr spartin axê

Cenazeyê endamê HBDH/MLKP’ê Koray Aspîr ê di şereke li Qaxizman a Qersê de şehîd bûbû, li Taxa Gazî spartin axê.

Platforma Dengê Nemir û Girtiyan (OTSP) ji bo endamê Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) û Partiya Marksîst Lenînîst Komûnîst (MLKP) Koray Aspîr li Mala Cemê ya Gaziyê merasîmek lidar xistin. Di merasîmê de li gel malbata Aspîr, Hevserokê rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Erdal Avci, Hevserokê Partiya Sosyalîst a Hejaran (ESP= Şahîn Tumuklu û gelek kes amade bûn. Darbesta Aspîr bi ala sor û qûrnefîlan hate pêçan. Di merasîmê de tim dirûşmên ‘Şehîdên şoreşê nemirin’ û ‘Hevrê Koray nemire’ hatin qîrkirin.

Di merasîma li salona Mala Cemê hate kirin bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê OTSP’ê daxuyaniyek hate dayîn û got: “Bîranînên Koray pir mezin û bi nirx in. Gihandina serketinê ya bîranîna hevrêyêm me erka me ye, em soz didin em ê bîranînên wan bi serketinê tacîdar bikin.”

Li ser navê malbata Aspîr jî Muslûm Aspîr axiv û got: “Têkoşîna Koray ji bo me mînek e, em ala wî li erdê nahêlin. Silav ji bo hevrêyên li Rojava têdikoşin. Me xwest li Enqerê li gel hevrêyên xwe bê definkirin û di nava hevrêyên xwe de aram be.”

Piştî axaftinan û şûnde wecîbeyên olî pêk hatin û ber bi Goristana Gazî ketin rê. Polîsan rê nedan ku dema derxistina cenaze flama bên hildan. Girse tevahî rê di bin dorpêça wesayîtên zirxî de meşiyan. Li ketina goristanê nasname hatin kontrolkirin û lêgerîn. Piştre jî cenazeyê Aspîr spartin axê.