Cemxaneya Gazî bertek nîşanî Metîner da

Cemxaneya Gazî bertek nîşanî Metîner da

Serokê Cemxaneya Gazî Welî Gulsoy bertek nîşanî parlementerê AKP’ê yê Semsûrê ku ji cemxaneyan re gotibû “hêlîna terorê” da.

Serokê Cemxaneya Gazî Welî Gulsoy têkildarî gotina Parlementerê AKP’ê yê Semsûrê Mehmet Metîner ku tevlî programek ya televîzyonê bû û ji Cemxaneyan re gotibû “hêlîna terorê” daxuyaniyek nivîskî weşand.

Gulsoy da diyarkirin ku, dijminahiya Metîner ya li dijî Elewiyan derkete holê û anî ziman ku, gotinên wiha xizmetê ji aştî û biratiya gelan re nakin.

Gulsoy got: “Pêwîste were dîtin ku, ev dê cûdakarî û biyanî dîtina di navbera civakan de hînbêhtir kûr bike. Her wiha dê bibe wesîleya gotinên nefretê li hemberî Elewiyan zêde bibin û sûcên nefretê zêde bibin.”

Gulsoy wiha berdewam kir: “Bila herkes bizane ku; ne hêza vî kesî û neya tu kesên din têrê nake ku, tekoşîna mafdar ya civaka Elewî weke sûc bibîne, ên li maf digerin jî weke sûcdar, îbadetxaneyan jî weke ‘mekanên sûc’ bibînin. Cemxane îbadetxaneyên me ne û heta ku statûya zagonî pêkbê em dê tekoşîna xwe berdewam bikin.”