Cemaet zarokan dişîne nava çeteyan

Cemaet zarokan dişîne nava çeteyan

Di pevçûnên li Girê Spî (Til Ebyad) de dîsa nasnameyên welatiyên Tirkiyeyê hatin dîtin. Lê vê carê kesê ku nasnameya wî hatiye dîtin, zarok e û ji aliyê cemaetê ve hatiye şandin. Di nivîsên ku di lênûska ligel nasnameyê hatiye dîtin de, diyar dibe ka cemaet zarokan bi kîjan rêbazan perwerde dike û dişîne nava şer.

Li Girê Spî ku ev 20 roj in di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/ Eniya El-Nusra de pevçûn dom dikin, dîsa nasnameyên welatiyên Tirk hatin dîtin. Nasname di 5’ê Tebaxê de piştî pevçûna di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên li gundê Susikê yê Gîrê Spî ku gund ji êrîşkaran hate rizgakirin, li cihê heman koman hate dîtin.

Nasname aîdî kesê bi navê Alî Sancar ê ji gundê Burçakli yê navçeya Gerger a bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ye. Li gorî nasnameyê Sancar hîn 17 salî ye.

Ligel nasnameyê pankartek ku bi tîpên Erebî nivîsên wekî, “Laîlaheîlellah Muhammed Resûlallah/ Eniya Îslamiya Kurdî” hatiye nivîsandin hate dîtin. Her wiha lênûskek ku notên perwerdeya çekan, fêrbûna zimanê Erebî û dersên olî, her wiha dersên cemaetên olî têde hene, hate bidestxistin.

Di lênûskê de hejmarên telefonên telefonên dayik, bav û endamên din ên malbata Sancar hatine nivîsandin.

PERWERDEYA CEMAETÊ

Di lênûskê de tişta herî balkêş jî dersên cemaetê ne. Li gorî notên di lênûskê de kesên dikevin xefka cemaetê û bi taybetî zarok bi ajîtasyonekê têne perwerdekirin û fikra, “Bêyî cemaetê tu kes nikare bîji” di mejiyê wan de tê bicîhkirin. Di notên perwerdeyê de tê gotin ku tu rastiyên kesên di nava cemaetê de nîn in, yek rastî heye û ew jî ya cemaetê ye.

Di lênûskê de derbarê cemaetê de ev tişt hatine nivîsandin: “Cemaet ahengiya bi ferman û nîzama leşkerî re ye. Ger ku mirovek bixwaze bi rastî jî Îslamê bîji, divê teqez di nava cemaetekê de cih bigire. Cemaet li her derê pêwîst e, tenê di meseleyên şerî yên Xweda de pêdivî bi cemaetê nabe. Rastî û xeletiyên mirovê cemaetê nîn in, rastî û xeletiyên cemaetê esas in.”

Di şerê li bajarê Serêkaniyê de jî gelek nasnameyên welatiyên Tirkiyeyê, her wiha pasaportên welatiyên Amerîka, Misir, Tunus, Lîbya ku hemû jî di ser Tirkiyeyê re hatine, hatibûn desteserkirin.