Çelîk: Di nav DAIŞ de nêzî 2 hezar tîmên taybet ên Tirk hene
Çelîk: Di nav DAIŞ de nêzî 2 hezar tîmên taybet ên Tirk hene
Çelîk: Di nav DAIŞ de nêzî 2 hezar tîmên taybet ên Tirk hene
Parlamenterê Mûşê yê HDP’ê Demîr Çelîk di civîna çapemeniyê ya li Parlamentoyê de got ku hêza DAIŞ a şer dike bi giranî tîmên taybet ên Tirk ên di salên 1990’an de guh û difin jêdikirin û hejmara wan jî nêzî 2 hezaran e.
Çelîk di civîna çapemeniyê ya Meclîsê de diyar kir di roja me de kî dijmin e kî dost e ne diyar e û divê pêkhateya tevlîhev û li ser berjewendiyan de îro dost dibe ku sibe bibe dijmin jî û got: “Di nav vê pêkhatiye tevlîhev de Tirkiye aliyekî vî şerê qirêj e. DYA 4 salan tiştên li Sûriyeyê qewimîn temaşe kir. Dema hovîtiya DAIŞ gihişt xaleke ku nikare were kontrolkirin xwest hin tiştan bike. Lê belê Tirkiye ku ji vê re bêdeng e neçarî îzahkirinê ye. Em dixwazin sedema vê bêdengiyê fêm bikin. Hin agahiyên ku ji çavkaniyên ku bawerî bi wan heye tên, nîşan dide ku rewşeke berevajî tiştên ku AKP dixwaze vebêje hene. “
Çelîk wiha dewam kir: “Tê gotin ku di meha Tîrmehê de Konsolosxaneya Mûsilê hat serdegirtin û ji 49 rehîneyan hê jî agahî nayê girtin, sedemên vê yên cuda hene. Yek ji van a sereke jî bi taybet piştî operasyonên Kanûnê ku hin TIR hatin desteserkirin û deşifre bûn, AKP a ji bo şerê li Sûriyeyê bi hewes e ketiye nav hin karên veşartî.
Ya wek DAIŞ tê pêşkêşkirin tenê ji milîtanên cîhadîst pêk nayê. Tê gotin ku hêza şer a DAIŞ bi giranî ji tîmên taybet ên Tirk ên di salên 1990’an de guh û difin jê dikirin pêk tê. Ew tîmên taybet bi mehan li Mûsilê hatine bicihkirin. Li otêlan an jî li qadên bi ewle wek mêvan hatine bicihkirin û piştî dagirkirina Mûsilê jî ji Mexmûrê heta Şengalê û dorpêçkirina Kobanê ev tîmên taybet mamostayên aqildayînê ne, fermandar in û hejmara wan jî nêzî 2 hezar kesan e.
Li sînorê Tirkiyeyê û Sûriyeyê ku xeteke trênê heye em hemû dizanin. Li ser vê rêya hesinî ji bo van tîmên taybet ku tang, top û fuze tên neqilkirin çavkaniyên têkildar ji me re dibêjin. Sedema esasî ya ku Tirkiye naxwaze tevlî operasyona li dijî DAIŞ bibe ev e ku dixwaze şoreşa Rojava asteng bike û her çiqasî di nav welat de wek alîgirê çareseriya demokratîk e jî pirsgirêka Kurd bi rêbazên leşkerî çareser dike.”