Celal Ozkan (Herbijî) li Hannoverê hat bîranîn
Bavê sê şehîdan Celal Ozkan (Herbijî) ê bi salan di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de xizmet kir, li Hannoverê hat bîranîn.
Bavê sê şehîdan Celal Ozkan (Herbijî) ê bi salan di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de xizmet kir, li Hannoverê hat bîranîn.
Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hannoverê hat lidarxistin û gelek welatparêz tevlî bûn.
Di axaftinên li vê derê hat gotin, "Herbijî mirovekî ku Rêber Apo ew gelekî hêja didît bû. Ew bi xwe jî heta hilma xwe ya dawî dilsozê Rêber Apo bû û di vê oxirê de têkoşiya. Di dîroka têkoşînê ya gelê me de xwedî cihekî hêja ye."
Di merasîma bîranînê de gelek kes axivîn, bîranînên xwe yên bi Herbijî re parve kirin û qala têkoşîn û kesayeta wî kirin.
Çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşma 'Şehîd Namirin' qediya.