Cejna Vejînê li Ewropayê hate pîrozkirin

Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li Ewropayê bi şev û şahiyan tê pîrozkirin.

Li bajarên Marsîlya û Bordeaûx ên Fransayê, li bajarên Stûttgart, Gîessen, Bremen û Halle yên Elmanyayê şahî hatin lidarxistin.

MARSÎLYA: Pîrozbahiya li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi beşdariya bi sedan kesî li salona dawetê ya Arena pêk hat. Salon bi reng û alên PKK'ê hate xemilandin. Aleke mezin a PKK'ê û posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê axivî, peyamên jin û ciwanan hatin xwendin. Peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik jî ji sînevîzyonê hate nîşandan. Koroya TEV-ÇAND'ê ya Marsîlyayê derkete ser dikê.

BORDEAÛX: Pîrozbahiya li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat û bi stranên Koma Stêrk dest pê kir. Piştre Songul Pak, Hozan Comert û Hozan Menal derketin ser dikê û sînevîzyona Tevgera Ciwanên Şoreşger hate nîşandan. Pîrozbahî bi teqandina fîşekên hewayî qediya.

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, pîrozbahiya salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li salona Kulturhaûsê pêk hat û bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Beşdaran li ber stranên gelek hunermendan govend gerandin.

GÎESSEN: Li bajarê Gîessenê jî şeva Cejna Vejînê û Piştgiriya Efrînê hate lidarxistin. Nêzî hezar kes tevlî şevê bûn. Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç li şevê axivî û got, "Elmanya bi qedexekirina PKK'ê re li dijî aştiya li Rojhilata Navîn gavê diavêje û xizmetê ji DAÎŞ'ê re dike. Em bang li Elmanyayê dikin: Qedexeyê tavilê rake. Aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi Rêber Apo dibe. Divê dewletên Ewropayê biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê bi cih bînin." Di şevê de piştî nîşandana sînevîzyonê ji Partiya Marksîst Lenînîst a Elmanyayê (MLPD) Wanya Lange axivî. Lange diyar kir ku ew biryara DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê rast nabînin û bi dewamî got, "Divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê were derxistin. Piştgiriya me ya ji bo gelê Kurd wê bidome. Bijî Efrîn, Bijî Kurdistan." Di şevê de bi dorê Koma Dîdar, Koma Hezex, Koma Berekat, Koma Dêran a Govendê, koma erbanê Koma Delal Amed, Hîphopa Kurdî Free Fîghter derketin ser dikê.

HALLE: Pîrozbahiya li bajarê Halleyê i beşdariya bi sedan Kurdistaniyên ji bajarên Bîelefeld, Paderborn, Herford, Gutersloh û Detmoldê pêk hat. Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz li pîrozbahiyê axivî û diyar kir, dagirker dixwazin nirxên bi berdêl û kedeke mezin hatine afirandin tine bikin. Sariyildiz got, "Kurd îro li çar parçeyên Kurdistanê rûmeta mirovahiyê diparêzin. Cîhan li vê temaşe dike." Di pîrozbahiyê de peyama Ciwanên Azad hate xwendin. Koma Volkana Şoreşê, Alî Geçîmlî, Zinar Sozdar, Denîz Deman û Koma Şehîd Welat derketin ser dikê.

BREMEN: Cejna Vejînê li bajarê Bremenê jî hate pîrozkirin. Qada pîrozbahiyê bi alên YPG, YPJ, PKK, wêneyên Şehîd Rustem Cûdî, Delîla, Zekî Şengalî, Atakan Mahîr hate xemilandin û Hevserokên Meclîsa Gel a Bremenê destpêkê axivîn. Piştre peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji sînevîzyonê hate nîşandan. Endamên TEV-ÇAND a Bremenê, Koma Agirê Rojava, Koma Zarokên Aram Tîgran, Bulent Tûran, Binevş, Suleyman Rengîn, Jiyan Arjîn, Îbo Qamişlo derketin ser dikê. Di şevê de piştgirî ji kampanya TJK-E'yê re hate dayin.

NURNBERG: Pîrozbahiya li Nurnbergê li Nurnberg Klîngenhofstr. pêk hat û li ser dîroka PKK'ê sînevîzyon hate nîşandan. Li dû peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş axivî. Aktaş diyar kir, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewama komploya navneteweyî ye û ji bo xurtkirina çalakiya Leyla Guven bang kir. Denîz Deman, Hozan Emekçî û Ozan Farqîn, Govenda Zarokên Agir, Koma Zarokan a Mala Gel a Medya û Govenda Jinan û Ciwanan derketin ser dikê.

LAVRÎO: Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Lavrîo yê Yewnanîstanê hate pîrozkirin. Endamên tevgerên çep ên Tirkiyeyî, komên anarşîst ên Yewnan û dostên gelê Kurd tevlî pîrozbahiyê bûn. Nûnerên Navenda Çanda Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger meclîsa Atînayê, PYD, MKP, DKP, TKPML, BOG, MLKP û gelek saziyên Yewnan li pîrozbahiyê axivîn. Di şevê de jineke Meksîkayî helbesta xwe ya ji bo Bêrîtan û Zîlan nivîsî xwend. Piştî nîşandana peyama Bayik ji sînevîzyonê, Koroya Zarokan, Koma Aware, Narînxan, Hozan Hamît û Hozan Ayhan derketin ser dikê.

MANNHEÎM: Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê hate pîrozkirin. Bi navê KCDK-E'yê Amed Çekdar axivî û got, "Têkoşîna me gelek serdemên zehmet li pey xwe hişt û gihîştiye asta serketinê." Aktîvîsta TJK-E'yê Zozan Serhat jî got, "Têkoşîna me ya azadiyê keda jinê ye û em vê salvegera vejînê diyarî jinên Kurd ên leheng dikin. Têkoşîna me ya bi Zîlan, Bêrîtan û Sarayan dest pê kir îro li çar parçeyên Kurdistanê şîn dibe û wê bi ser bikeve." Piştî dayina peyamên gelek saziyan, sînevîzyon hate nîşandan û helbest hatin xwendin. Ozan Kawa, Ozan Mizgîn, Adil Nisêbîn, Ûmûda Haykiriş û Dengê Sînan derketin ser dikê.