Cejna Newrozê li Fransa û Belçîkayê hat pîrozkirin
Li Fransa û Belçîkayê, di pîrozbahiyên Newrozê de ji bo dayîna dengê 'NA' bang hat kirin.
Li Fransa û Belçîkayê, di pîrozbahiyên Newrozê de ji bo dayîna dengê 'NA' bang hat kirin.
Li Fransa û Belçîkayê, di pîrozbahiyên Newrozê de ji bo dayîna dengê 'NA' bang hat kirin.
TOÛLOÛSE
Li bajarê Toûloûse yê li Başûrê Fransayê, Newroz li salona Halle 8 bi şevekê hat pîrozkirin. Şeva ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Nûnerê KCD-E piştre axivî û got, "Newroza 2017'an bi ruhê serhildanê li Kurdistanê hat pîrozkirin. Gelê Kurdistanê wê di referandûma 16'ê Nîsanê de jî nîşan bide ku Sûr û Cizîr ji bîr nekiriye û bi dengê xwe yê 'NA', AKP'ê li Kurdistanê bitevizîne. AKP wê weke partiyeke komkujer, înkarker û tekparêz bê bîra gelê Kurd."
Li ser navê Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Toûloûsê jî peyamek ha xwendin û bang li hemû hilbijêran hat kirin ku di referandûma 16'ê Nîsanê de ji 2 heta 8'ê Nîsanê li Konsolosxaneya Bordeaûxê dengê xwe bi kar bînin û dengê NA bidin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji bo birin û anîna hilbijêran wê ji ber Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Toûloûse otobus amade bin.
Ji Partiya Antîkapîtalîst a Nû Pîerre Granet jî got, "Ez Newrozê li Arîn Mîrkan û hemû şehîdên Kobanê pîroz dikim. Îro li Rojava şoreş heye. Bijî şoreşa azadî, demokrasî û jinê. Bijî şoreşa Rojava û berxwedana gelê Kurd a li ber dîktatoriya Erdogan radibe. Bijî Newroz."
Piştî sînevîzyonê Ozlem Baglayan, Ozan Xanemîr, Alî Gul, Zimanbaz û Çetîn Zîlan derketin ser dikê.
MONTPELLÎER
Newroz li bajarê Montpellîer ê Fransayê bi şevekê hat pîrozkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Cevat Guneş û Zubeyde Denîzhan axivîn.
Hevserokan bibîrxistin, dengdana li Ewropayê wê roja 27'ê Adarê dest pê bike û gotin, "Kurdistaniyên li Montpellîerê dijîn, divê bi ruhê Newrozê dengê 'NA' bidin."
Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek jî got, "Pêwîste gelê me yê li Ewropayê bi xurtî biçin ser sindoqan û li dijî zext û zordariyê, li hemberî desteserkirina şaredariyên me, dengê NA bide."
Sosin, Evîn Karakoçan, Alî Onlu, Grûp Roja Me û Dilovan jî di şevê de derketin ser dikê û beşdaran li ber stranên wan govend gerandin.
LEÛVEN
Bi hezaran Kurdistaniyên li bajarê Leûven ê Belçîkayê li hev civiyan, cejna Newrozê pîroz kirin û ji bo dayîna dengê 'NA' bang kirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz cejn li gelê Kurd pîroz kir û bal kişand ser hilweşandina bajar û navçeyên Kurdistanê ji aliyê AKP'ê ve. Sariyildiz anî ziman, tevî her tiştî jî gelê Kurd di Newrozê de peyameke girîng da û got, "Mesaja hemû dayikan, bi taybetî dayika Mehmet Tûnç a li Newroza Cizîrê, girîng e. Gelê me serê xwe li ber vê sîstemê û kujeran serî netewandiye û li ber rabûye. Di 16'ê Nîsanê de divê em vê seknê bi serketina dengê 'NA' tacîdar bikin."
Piştî axaftinan hunermend Bulent Tûran, Seyîdxan, Rojda derketin ser dikê û ciwanan jî bi gerandina govendê Newroz pîroz kirin.