CDK-F ji bo 1'ê Gulanê bang kir
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi daxuyaniyekê bang li Kurdan, demokrat, rewşenbîr û alîgirên kedê kir ku di 1'ê Gulanê de dakevin qadan.
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi daxuyaniyekê bang li Kurdan, demokrat, rewşenbîr û alîgirên kedê kir ku di 1'ê Gulanê de dakevin qadan.
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi wesîleya 1'ê Gulanê daxuyaniyeke nviîskî weşand û roja ked, têkoşîn, berxwedan û piştevaniyê bi hestên şoreşgerî pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzma AKP'ê li Nisêbîn, Şirnex, Gever, Cizîr û Sûrê dimeşîne, di heman demê de têkoşîna azadiya karker û kedkaran e hat destnîşankirin, ku hevgirtina enternasyonal a li pişt bendan, vîn û yekîtiya alîgirên ked û sosyalîzmê ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "divê her kesên alîgirê kedê di 1'ê Gulanê de bi ruhê têkoşîna hevpar dakevin qadan. Em ê 1'ê Gulanê li Ewropayê bi hemû hêza xwe pîroz bikin. Lewma Kurdên li Ewropayê dijîn wê li her devera pîrozbahiya 1'ê Gulanê bin û bi kedkarên Ewropî re wê dirûşmên ji bo kedê biqîrin. Em bang li Kurdan, demokrat, rewşenbîr û alîgirên kedê dikin ku di 1'ê Gulanê de dakevin qadan."
BI PÊŞENGIYA TŞYG TEVLÎ BIBIN
Di vê navberê de, Kurdistanê û hêzên şoreşger û demokratîk wê bi pêşengiya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi pankart û dowîzên bi zimanên Fransî, Kurdî û Tirkî tevî welatiyên Fransayê beşdarî greva li dijî qanûna kar bibin.
Di çalakiya li Parîsê ya saet 13:00 li meydana Bastîle destpê bike de wê Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken jî amade be.