CDK-F’ê kongreya xwe ya 4’emîn li dar xist
Kongreya ku bi beşdariya 300 delegeyan li Eywana Konferansê ya Partiya Komunîst a Parîsê bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” hate li dar xistin bi rêzgirtinê dest pê kir.
Kongreya ku bi beşdariya 300 delegeyan li Eywana Konferansê ya Partiya Komunîst a Parîsê bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” hate li dar xistin bi rêzgirtinê dest pê kir.
Kongreya ku bi beşdariya 300 delegeyan li Eywana Konferansê ya Partiya Komunîst a Parîsê bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” hate li dar xistin bi rêzgirtinê dest pê kir.
Di kongreyê de Hevserok Cemîle Rerklîçay û Vedat Bîngol axaftina destpêkê kirin û endamê lijneya dîwanê ya KCDK-E’yê Mûrat Ceylan jî bi pîrozkirina 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî dest bi axaftinê kir û got, “Di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de bi hêviya ku kongreya CDK-F’yê ji armancên şehîdên me û hêviyên gelê me re bibe bersiv, ez kongreyê silav dikim.”
Ji ber salvegera Qirkirina Ermenan, Ceylan got ku em qirkirina Ermenan bi tundî şermezar dikin û bal bi ser encamên referandûmê û got, di referandûmê de Rêber Apo bi ser ketiye û Erdogan jî têk çûye.
Hevseroka KCDK-E’yê Şemsê Gullu jî kongre silav kir û got, “Divê bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu’ em bêtir bixebitin. Bi taybetî em ên li Ewrûpayê dijîn peywira me ya sereke ev e ku em dengê gelê xwe yê berxwedêr bigihînin cîhanê.”
DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE
Nûnerên Alternatîf Liberté û Komeleya Dostaniya ya Kurdan a Brîtanyayê jî bi kurtasî axivîn û diyar kirin ku, “Em ji bo hevgirtinê li vê derê ne. Em wekî Alternatîf Lîberté bi Kurdan re ne. Ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin, Ocalan azad bibe û ji bo lêgerîna edaletê ya ji bo Sakîne, Fîdan û Leyla yên ku li Parîsê hatin qetilkirin, em ê her dem li ba we bin.”
DIVÊ FERASETA NIJADPEREST, DEWLETPARÊZ, OLPARÊZ Û ZAYENDÎ BIGUHERE
Siyasetmedarê Kurd Sercan Aydin jî got ku, “Li erdnîgariya me û li Rojhilata Navîn krîzeke mezin heye. Heta ku feraseta nijadperest, dewletparêz, olparêz û zayendî têk neçe wê krîz bidome. Heta ku têkoşîna me ne îdeolojîk be, em ê nikaribin bi ser bikevin. Di avakirina meclîsên me de jî divê em bidin ser rêça Rêbertiya xwe û civaka xwe wisa veguherînin.”
REFERANDÛM SÎMULASYONEKE DEMOKRATÎK BÛ
Hevberdevkê HDK-Fransayê Îbrahîm Seydo Aydogan jî got ku, “Feraseteke klasîk a qewm û civakan a bingehên netewebûnê heye. Ev feraset li ser ol, erdnîgarî, ziman û dîrokê dihatin sazkirin û ji ber ku tê de rastiya civakî ya gelan tune bû, dewra vê ferasetê derbas bûye. Ferasetên dewletên neteweyî jî li ser van nêziktêdayînên teng ava bûne. Qirkirin, wêrankirin, qetlîam û polîtîkayên înkarê û dek û dolabên referandûmê jî ji bo parastina vê ferasetê bû.
Îro Kurdan modeleke alternatîf ava kirine. Di Modela Konfederalîzma Demokratîk û Felsefeya Neteweya Demokratîk de hemû cihêtî dikarin bi hev re bijîn.
Di vê modelê de ol û zimanên cihê bêyî ku hevdu înkar bikin dikarin bi hev re bijîn. Û ev model felsefeya esasî ya saziyên Kurdan e û li ser paradîgmaya Rêzdar Ocalan ava bûye. Ji xeynî vê modela Rêzdar Ocalan li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn tu rêyeke din tune.”
Ciwanên Azad, FEDA, CÎK, BÎR-KAR, ACTÎT, ODAK, ADHK-Parîsê jî peyamên serkeftinê ji kongreyê re şandin.
Piştî xwendina rapora dema borî, nirxandin hatin kirin. Piştî nîqaşkirina biryaran, bi dengdanê hatin qebûl kirin.
Ji bo hevserokatiya Kongreyê Fatma Nesanir û Vedat Bîngol hatin hilbijartin û kongre bi dawî bû.