Çawişekî pispor giran birîndarbûyî hate dîtin
Çawişekî pispor giran birîndarbûyî hate dîtin
Çawişekî pispor giran birîndarbûyî hate dîtin
Li Qeyseriyê çawişekê pispor di nava otomobîlê de gule li serê wî ketî hate dîtin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li ser rêya bakûr çawişê pispor S.T yê 44 salî di nava otomobîlê de ji serê xwe gule xwarî hate dîtin.
Yekîneyên serwîsa lezgîn ya 112 ku hatin cihê bûyerê, S.T’ê birîndar rakirin serwîsa lezgîn ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Pewerdeyê.
Yekîneyên polîsan ku li cihê bûyerê hûrkolîn pêkanîn, lêkolîn dikin ka S.T teşebûsa întîharê kiriye yan jî ji aliyê kes yan jî kesan ve hatiye gulebaran kirin.
Hate ragihandin ku, rewşa çawişê pispor girane.