Çavûşoglû li Hambûrgê hate protestokirin
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Çavûşoglû hate protestokirin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Çavûşoglû hate protestokirin.
Îro di çarçoveya çalakiya protestokirina civîna AGÎT’ê de ku li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hate destpêkirin, bi sernivîsa ‘AGÎT: Li Kurdistan û herêmên din li şûna aştî û ewlekariyê hewldanên şer û bêîstiqrarkirinê’ bi dirûşmên “Li dijî şer, aştiyê rêxistin bikin” bi beşdariya nêzî hezar kesî meşek hate lidarxistin.
Ji aliyê platformeke ku ji NAV-DEM, Tatort Kurdistan, YXK/JXK, Melîsa Jinan a Rojbîn, Mala Gel a Kurdistanê, KCD, AGÎF û rêxistinên Ciwanên Solîd ve meş hate lidarxisin. Meş di saet 16:30’an de ji Qada Hachmannplatzê destpê kir. Berdevkê NAV-DEM’ê Yavûz Fersoglû li vir axivî diyar kir ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû weke nûnerê diktatorekê hatiye Hambûrgê.
Çapemeniya Elman jî eleqeyekî mezin nîşanî meşê da, meş bê ku aloziyek rû bide li Gaensemarktê bi dawî bû.