Çavûşoglû li Hambûrgê hate protestokirin

Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hate protestokirin.

Çavûşoglû yê ku salon li Hambûrgê nedît, aktivîteya propagandeya xwe li Nûnertiya Sefaretxaneya Tirk a li semta Ûhlenhorstê lidar xist. Şaredariya Hambûrg a Mîtte, ji ber li gorî nepêwîstiya ewlehiya salona Plaza Event Center a ji bo agir ku wê Mevlu Çavûşoglû plandikir ku li salonê baxive, beriya rojekê hatibû betalkirin.

Li ser banga Platforma Na ya Hambûrgê, di saet 17:00’an û şûnde li pêşiya nûnertiya Tirkiyeyê bi sedan kes kom bûn, di kesayeta Çavûşoglû de rejîma yek mêrî û dijmênê jinan protesto kirin. Di çalakiyê de, Parlemetera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr, Parlemetera Partiya Keskan a Hambûrgê Fîlîz Demîrel, Berdevkê NAV-DEM’ê Yavûz Fersoglû, boksor Îsmaîl Ezen û nûnerên saziyên Elewî yên li Hambûrgê beşdar bûn.

Di çalakiyê de ku çapemeniyê zêde eleqe nîşan da, 3 ciwan hate binçavkirin.

Çavûşoglû yê ku li ser şaneşîna nûnertiya sefaretxaneyê axivî, weke ku Erdogan beriya niha gotibû, hikûmeta Elmanya şiband rejîma Hîtler. Her wiha Çavûşoglû wê roja Çarşemê li Berlînê bi Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel re bicive.