Çavûşoglû: Em ji derbasbûna hêzên Pêşmergeyan re dibin alîkar!

Çavûşoglû: Em ji derbasbûna hêzên Pêşmergeyan re dibin alîkar!

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû da xuyakirin ku ji bo hêzên pêşmerge derbasî Kobanê bibin, ew ê bibin alîkar û anî ziman ku di vî warî de hevdîtin dewam dikin. Çavûşoglû yê bi Wezîrê Karên Derve yê Tûnisê Monghî Hamdî re civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xist, diyar kir ku ew bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê û DYA re di nava hevkariyê de ne.

Çavûşoglû îdîa kir ku ji bo Kobanê w bi koalîsyonê re di nava hevkariyeke tam de ne û got ku ew pîvanên angajmanê jî bi hesasiyet bicih tînin.

Çavûşoglû da zanîn ku ji bo desteka hêzên pêşmerge ji bo Kobanê ew dibin alîkar û ragihand ku di vî warî de hevdîtinên wan dewam dikin.